Birayê Tûrgût : Rojnamegerên dibin çavan de bûn dengê me 2020-10-06 16:56:59 WAN - Birayê Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin û dûre jiyana xwe ji dest da Naîf Tûrgût, bertek nîşanî rojnamegerên bûyer ji raya giştîre ragihandin hatin binçavkirin û got: “Van rojnamegeran bêmafî û zilma li me hat  kirin derxistin holê û bûn dengê me.”  Di serdegirtina Buroya Ajansa me ya Wanê de, bi nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr re, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala û belavkara rojnameyê ya berê Şukran Erdem hatin binçavkirin.     Rojnamegerên, belgeyên rapora nexweşxanê û agahiyên derbarê bûyera Servet Tûrgût û Osman Şîban ên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê esekerên derketibûn operasyonê ve hatibûn binçavkirin û dûre ji helîkopterê hatibûn avêtin, ji raga giştîre ragihandin, li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran dewam dikin.   'KARÊ XWE KIRIN’   Birayê Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin û piştî 20 rojan di lênêrîna awarte de ma jiyana xwe ji dest da Naîf Tûrgût, bertek nîşanî binçavkirina rojnamegerên ev bûyer xistin rojeva raya giştî, da. Bira Naîf Tûrgût, diyar kir ku ji roja bûyer hat jiyîn û vir ve, di serî de rojnameger Ûgûr û rojnamegerên din li gel wan bûn. Tûrgût, bal kişand ser binçavkirina rojnamegeran û wiha axivî: “Cemîl bûyer ji pirs bûyerê kir. Xwest ku bêmafû û zilma li me hat kirin derxîne holê. Dema ku em li nexweşxanê bûn jî, Cemîl û rojnamegerên din her tim li ba me bûn, em bi tenê ne hiştin. Her tim li ser me bûn. Divê tiştên wiha li rojnamegeran neyê kirin. Ji ber ku rojnameger ji bo me pêwîstin. Divê rojnameger azad bin û bên serbest berdan. Divê agahiyan bidin gel û ev yek neyê asteng kirin. Cemîl ji bo mirovahiyê û ji bo agahiyan bide mirovan dihat gel me. Tu zerarekê Cemîl ne gehişt me.”    ‘HEWL DA BIBE DENGÊ ME’   Tûrgût, xwest ku rojnamegerên dibin çavan de tavilê bên berdan û wiha got: “Ji bo ku nûçe şopandin, em deyndarê wî ne. Cemîl ji min pirsa çima îşkence li birayê te kirin, pirsî? Me jî bang li rayedaran kir ku çima birayê min binçavkirin û pirsa sûcê wî çiye kir? Cemîl û hevalên wî bê sûcin. Tişta li wan tê kirin bê edaletiye. Destûr nedan ku kes bê şîna birayê min. Nehiştin rojnameger jî, dîmenan bikêşin. Tu sûcekê van mirovan tuneye. Tenê xwestin bibin dengê me.”