Îro li Tirkiyeyê 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1511 kes jî pê ketine 2020-10-06 20:32:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 55 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 511 kesên din jî pê ketine.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 55 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 511 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 8 hezar û 553 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 321 hezar û 557.