ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-07 09:00:50 * Parêzer Ercan Yilmaz ê Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku têkildarî lêpirsîna 54 kesên di xwepêşandanên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane li şûna failên rastî li ser gumanbarên heyî tê birêvebirin û pirsa AKP têkildarî dosyeya Yasîn Boru tim tîne ziman çima behsa mirinên din nake kir.  * Şaredariya Sûrê ku budçeya wê nemaye, 8 milyon TL deyn ji Şaredaariya Bajarê Mezin a Sûrê stendiye.    * Li akademîsyen Esra Erguzeloglû ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin 3 hezar û 150 TL ceza hatiye birîn. Erguzeloglû, ji ber ku tevlî çalakiya "Em xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin" bûye ceza lê hatiye birîn.    * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, di dema qawîşguherandinê de Yekta Savaş Delî hatiye îşkencekirin.    * Ekolojîstan nerazîbûnên xwe yên li dijî operasyona li hemberî HDP'ê anîn ziman. Ekolojîstan li dijî zext û zoriyan bal kişandin ser têkoşîneke hevpar û gotin, li dijî faşîzmê têkoşîneke civakî divê.    * Li Casîm Ozan Çeltîkê ku bi kezavê Berfîn Ozekê birîndar kiribû, 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Niha jî Ozek hewl dide ku cezayê hatiye birîn bişîne Dadgeha Bilind. Ozekê ji bo êrîşa lê hatiye kirin got: "Niha wateya hevoka 'heya neyê serê meriv, meriv fêm nake' baş fêm dikim."    * Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê ji ber "Nexşerêya" ku Ocalan berpêşî DMME'yê kiribû hevdîtina parêzeran heya 6 mehan qedexe kiribû. Parêzer Hasîp Kaplan, diyar kir ku "Nexşerê" gelek pêşniyarên çareseriyê di xwe de dihewîne û biryara hatiye dayîn hem dijî hiqûqa navxweyî hem jî dijî ya navneteweyî ye.    * Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê ku bûyera avêtina ji helîkopterê ji roja ku qewimiye heya niha dişopîne, anî ziman ku îqtidar dixwaze ser îşkenceyê bigire û ji ber vê rojnamevan hedef hatine girtin.    * Fethî Înal ku bi salan e li quntarên çiyayê Cûdî û Bestayê şivaniyê dike, diyar kir ku ji ber şewitandinê giya nemaye û got: "Her der şewitiye. Cihekî ku em pez lê biçêrînin nemaye. Em hewl didin ku pez bibin cihên dûr, lê ew der jî qedexe ne. Li herêmê cihekî hêşîn jî nehiştine."   * Li Edeneyê 4 sal berê polîs B.O., Mûrat Daşkan kuştibû. Polîs ji ber kêmbûna delîlan beraet kiriye. Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku çendî ku delîl hebûn jî cardin bi destê darazê ser bûyerê hatiye girtin û got: "Sedema vê biryara beraetê, hiqûqa bêcezatiyê ye."    * Li gundê Sêdeqnê yê navçeya Farqînê berhevkirina hirmiyan dest pê kir. Gundî ji xêrûbera hirmiyan kêfxweş in lê ji ber bihayê wan bi gazinc in.   * Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê bi daxwaza "xebata bi ewle û butçeyek alîgirê kedê" dê li ber avahiya Defterdariya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Danişîna doza bi îdiaya "Heqaret li Serokkomar kiriye" ya derbarê helbestvan Ahmet Tellî de hatiye vekirin dê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.30)   * Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç derbarê geşedanên di rojevê de dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)