Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e 2020-10-07 09:04:28 AMED – Li gundê Sêdeqnê yê navçeya Farqînê berhevkirina hirmiyan dest pê kir. Gundî ji xêrûbera hirmiyan kêfxweş in lê ji ber bihayê wan bi gazinc in.  Gundê Sêdeqnê yek ji gundên mezin ên navçeya Farqînê ya Amedê ye. Gund, li herêma çiyayî ya navçeyê dikeve û bi qasî 17 kîlometreyan dûrê navenda Farqînê ye. Li gund zêdetirî hezar darên hirmiyan hene û her sal di seriya 40 tonî de hirmî tên gihandin û ji aliyê gundiyan ve li navendên Farqîn û Amedê tên firotin.    Ji bo ku em di cih de berhevkirina hirmiyan bişopînên, bi dolmîşa ku serê sibê tê Amedê û berêvarkî diçe gundên herêmê ji navenda Amedê lê siwar bûn û me berê xwe da gund. Ji ber ku dolmîş çû gelek gundên herêmê, piştî rêwîtiya xwe ya 2 saetan em gihîştin gund û çûn mala ku me ji bo şopandina berhevkirina hirmiyan ji xwe re eyar kiribû.   100 KÎLO BERHEV KIRIN   Ji ber ku hirmî serê sibehan tên berhevkirin, em ew roj li gund dest vala man. Roja din piştî taştê, em bi malbata Metîn Yavûzkiliç re ku me ji xwe re eyar kiriye re çûn nav darên hirmiyan ên li derveyî gund. Ji bo ku rêya me bi qereqola nav gund nekeve û eware nebin, em bi traqtorê çolebir çûn nav hirmiyan û dest bi berhevkirina wan kir.    Ji ber derdanên ku hirmî bikevinê ji Amedê nehatine, malbatê Metîn Yavûzkiliç, tenê bi nêzî 100 kîloyî hirmî berhev kir. Li bin daran belekiyek hat raxistin û xortekî malbatê çû ser daran dest bi weşandina hirmiyan kir. Hirmiyên ku hatine weşandin piştre hatin berhevkirin û di teneke û qovayan de hatin bicihkirin.  Wê rojek piştî berhevkirinê jî ya li Farqîn an jî wê li Amedê bên firotin.    PIŞTÎ TEQAWÎT DIBE VEDIGERE GUND   Di bin dareke hirmiyê de di nav hirmiyên weşandî de bi xwediyê darên hirmiyan Metîn Yavûzkiliç û bûka wî Helîma re li ser berhevkirina hirmiyan axivîn. Metîn Yavûzkiliç, di sala 1992’yan de ketiye PTT’ê û di sala 2019’an de jê teqawît bûye. Piştî teqawîtbûna xwe Yavûzkiliç tê gundê xwe û bi darên wan ên hirmiyan ku heta wê salê bavê wî pêre mijûl bûye re eleqedar dibe.    Yavûzkiliç, destnîşan kir ku kalê wî beriya 50 salan darê wan ên hirmiyan di darên şekokan de temandiye û wiha got: “15-20 darên me yên hirmiyan hene. Salê em ton û nîvek hurmî ji wan hiltînin. Me piraniya wan berhev kiriye. Yên destê me nagihije wan jî em diçin ser motorê wan berhev dikin. Piştre dibin dibin li navenda Farqîn û Amedê difiroşin.”   GAZINCA JI BIHAYÊ HIRMIYAN   Yavûzkiliç diyar kir ku ew j bihayê hirmiyan bi gazinc in û derbarê bihayê hirmiyan de wiha got: “Kesên hirmiyan ji me dikirin kîlo bi milyonek, milyon û nîvê dikirin, li dibin bi 3 milyonan difiroşin. Kesên ku dikirin û difiroşin ji me bêtir kar dikin. Hirmiyên ku em difiroşin ji xwe re didin çay, şekir, arvan. Heke kîloya wan bi pereyekî baş bê firotin wê rehet pê debara me bibe. Lê erzan tên firotin. Heke kîloya wan bi 3 milyonan bihatina firotin wê baş bûna.”   Yavûzkiliç qala birina hirmiyan a Amedê jî kir û got: “Ji ber ku erebeya me tune ye, em bi heq hirmiyên xwe dibin Amedê. Serê rêwiyê 20 TL û serê derdana hirmiyan jî 5 TL pere ji me distînin. Her carek ku em diçin Amedê bi çûyîn û hatine me 50 TL'yî mesrefa me dibe.” Yavuzkiliç anî ziman ku ji ber hirmî tev bi hev re dernakevin berhevkirina hirmiyan heta 20 rojan didome û ji bilî firotinê comerdiya xwe jî dikin û didin xizm û cîranên xwe.    XWEST BIHAYÊ WAN ZÊDE BIBE   Bûka Metîn Yavûzkiliç, Helîme Yavûzkiliç ku bi zarokên xwe yên bi navê Elî û Ûsif re hat nav darên hirmiyan jî da zanîn ku serê sibehê zû tên berhevkirina hirmiyan û bi van gotinan qala dema gihandina hirmiyan û zehmeta ku dikişînin kir: “Piştî ku sir û serma diqede û germ dest pê dike, di meha adarê de darên hirmiyan kulîlk vedikin. Heta ku digihîjinê, em li wan dinêrin û bi wan re pir mijûl dibin. Berhevkirina hirmiyan serê payîzê dest pê dike. Heqê keda me dernaxin. Em dixwazim bihayê wan hinek biha bibe.”   MA / Kadrî Esen - Fahrettîn Kiliç