Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin 2020-10-07 09:17:56 ENQERE – Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê ku bûyera avêtina ji helîkopterê ji roja ku qewimiye heya niha dişopîne, anî ziman ku îqtidar dixwaze ser îşkenceyê bigire û ji ber vê rojnamevan hedef hatine girtin.  Li bejahiya navçeya Şax a Wanê welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban hatibûn îşkencekirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin. Rojnamevanên ku bi belge û delîl der barê vê bûyerê de agahî ragihandin raya giştî hatin binçavkirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç ku ew jî bûyera helîkopterê ji roja ku qewimiye heya niha dişopîne, anî ziman ku dewlet hewl daye ser îşkenceya bi helîkopterê bigire.    Sarisaç, destnîşan kir ku ji ber vê esker û polîsa serî li hemû bêhiqûqîtiyan dane û got: "Vê yekê jî ji bo hem bandorê li darazê bikin hem jî ji bo civak pê nehese kirin. Jixwe nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê ev nûçe aşkere kiribûn û haya raya giştî pê xistin. Jixwe divêtiya rojnamevaniyê jî ev e. Ji ber ku AKP-MHP çapemeniya hewzê xitiye bin banê xwe, naxwazin ji xeynî evana kes hereket bikin. Ên hereket dikin jî dixwazin wan bi delîlên sixte bêdeng bikin."    ‘MA DI HEDEFÊ DE BÛ'    Sarisaç, diyar kir ku gava polîsan avêtiye ser şîna Servet Tûrgût jî rojnamevan kirine hedef û got: "Gava Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da, parlementerên me çûn şînê. Di şînê de jî xwestin bi heman awayî bêdeng bikin. Gava Naîf Tûrgût xwest ji bo mêvanan biaxive û gava parlementerên me jî xwestin biaxivin, cîgirê midûrê emniyetê mudaxile kir. Paşê ji bo daxuyaniya ku hat dayîn gotin 'Gere Ajansa Mezopotamyayê dîmenan negire.' Yanî gotin MA li kû derê be em ê nehiêlin daxuyanî bên dayîn. Helwesteke bêhiqûqî û otorîter nîşan dan. Wê çaxê me fêm kir ku nûçegihanên MA'yê di hedefê de ne. Li Kurdistanê li dijî çapemeniya azad hewldanine bi vî rengî hene. Gef li nûçegihanan tê xwarin, tên tacizkirin."    ‘ME RAPOREKE BERFIREH AMADE KIR'    Sarisaç, anî ziman ku der barê bûyera helîkopterê de raporeke berfireh amade kirine û got, rapora ku amade kirine wê hem ji saziyên li welêt hem jî ji yên derveyî welêt re bişînin û wê heya dawiyê bûyerê bişopînin. Sarisaç got: "AKP, dixwaze bi hin rojevên din vê bûyerê bide jibîrkirin. Lê belê em ê wê bişopînin. Ji lewra rewş hatiey wê astê ku avêtina kurdan aji helîkopterê jî b»ye tiştekîa sayî. Lê belê komkujî û zilmên li Tirkiyeyê tên kirin ne asayî ne û ji bo gelê kurd bi mirinê neyê bibîranîn çi ji destê me bê em ê bikin."    ‘DEWLETÊ DER BARÊ KURDAN DE KONSEPTEK DANIYE BER XWE'    Sarisaç, anî ziman ku çapemeniya azad ixwaze bêhiqûqîtî û îşkenceyê tên kirin bi raya giştî re parve bike, lê belê bi her awayî tê xwestin ku bêdeng bibe. Sarisaç, destnîşan kir ku dewletê der barê kurdan de konseptek daniye ber xwe û got: "Bi konsepta ku kurdan îşkence bike, li ser sînoran wan bikuje û ji helîkopteran bavêje tev digere. Bi vê konseptê derdikeve pêşberî derdorên din. Gava vê yekê dike jî naxwaze raya giştî pê bihese. Lewma rojnamevan hedef tên girtin. AKP-MHP tenê polîtîkayeke ji bo bêdengkirina muxalifan bi rê ve nabe, niha ketiye nava konsepteke tunekirina gelekî. Dijminatiya xwe ya ji bo kurdan aşker dike. Niha em bi AKP-MHP'eyekê re rû bi rû ne ku dijminatiya bi kurdan bi awayekî herî zalimane dike."    ‘QIKIRINÊ DIKIN'    Sarisaç, anî ziman ku êrîşên li ser HDP'ê jî di vê çarçoveyê de ne û got, li Kurdistanê bi sedan bûyerên wekî yên Servet Tûrgût û Osman Şîban pêk tên û gelek jê nayên bihîstin. Sarisaç got: "Niha qirkirineke ji saya salên 90'î wêdetir pêk tê."    ‘ÎQTIDARÊ ŞER TECRÎH KIRIYE'    Sarisaç, diyar kir ku astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, oeprasyonên li dijî HDP'ê û çapemeniya azad li pey hev du pêk hatine û got: "Em ji partîkên dewletê abş dizanin. Ê kurdan temsîl dike û di van şert û mercan de tekane kesê ku li dor maseyê rûnê Birêz Ocalan e. Dewletê gelek caran ev yek kir. Pêşengên Tirkiyeyê hemûyan Birêz Ocalan muxatab girtin û ji her kesî baştir dizanin çareserkirina prisgirêkê ew bi xwe ye. Lewma nêzîkatiya dewletê ya ji bo Birêz Ocalan, nêzîkatiya ji bo helwesta aştiyê ya kurdan û Rojhilata Navîn e. HDP, hem ji bo krudan hem ji bo gelên din ên Tirkiyeyê temsîliyeteke mezin e û tekane partiye ku ji bo aştî û çareseriyê xwedî bernameyekê ye. Çapemenî ligel qanûnçêkirin, rêvebirin û darazê hêza çarem e. Li Tirkiyeyê û cîhanê hêza herî mezin e ku hikûmetan dide ber lêpirsînê û dike ku hikûmet ji bo demokratîkbûyînê gavina bavêjin. Di vî warî de niha ji xeynî çapemeniya azad hêzek nemaye. Ev êrîş jî nîşan didin ku bê AKP, ji bo xwe konsepeteke şerî ya çawa esas girtiye û çawa nêzî nûnerê gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Birêz Abdullah Ocalan bibe wisa jî nêzî gelan dibe. Niha îqtidarê şer tecrîh kiriye. Em dibînin kengî tecrîd bi dawî dibe atmosfera Tirkiyeyê jî diguhere. Niha baş tê fêmkirin ku bi êrîşên li ser çapemeniyê, HDP'ê û nexasim jî yên li ser Ocalan projeya kuştina gelekî pêk tînin."    MA / Dîren Yûrtsever