Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’ 2020-10-07 12:19:29   AMED – Li Şaredariya Sûriyê, 117 kesên ku bi hinceta bi awayekî ‘nelirê’ ji bo kar hatibûne girtin, ji kar hatibûn derxistin, bi biryara dadgehê vegeriyan karê xwe. Rêveberiya qeyûm, ji karkeran xwest ku belgeyên ji mafê xwe feraget dikin îmze bikin.   Rêveberiya beriya niha ya qeyûm a Şaredariya Sûrê, beriya hilbijartinên 31’ê adarê yên 2019’an de demeke kurt piranî jê xizmên AKP’iyên li bajar 146 kesan weke zabita û xebatkarên paqijiyê girtibû kar.  Piştî HDP’ê di hilbijartinan de şaredariyê qezenc kir, kesên navborî ji ber ku bi awayekî ‘nelirê’ hatibûn girtin, ji kar derxist. Li ser vê yekê 146 kesan serî li Dadgeha Îdarê ya Amedê dabûn li şaredariyê doz vekiribûn.   Ji van 146 kesan 117 kes bi biryara dadgehê vegeriyan kar. Ji vana jî 29 kesan ji ber ku mafên wan ên civakî û mûçeyên wan hatin daxistin, nexwestin veverên kar. Hat hînbûn ku rêveberiya qeyûm bi karkerên vegeriyan kar belgeya ji mafên xwe feraget kirine îmze kiriye.