Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin 2020-10-07 13:29:39   QERS – Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê ji bo ku gotinên wan bên girtin sewqî edliyeyê hatin kirin. Kirariya gotinên girtin ên Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca li Miduriyeta Polisan a Qersê didomin.    Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de 21 kes di 1’ê cotmehê de li Qersê hatibûn binçavkirin. Ji van 3 kes jê hatibûn berdan û 3 kes jî hatibûn girtin. Şevîn Alaca jî di nav de ji 14 kesên ku dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin 10 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.    Navê kesên ku sewqî edliyeyê hatine kirin wiha ne: Sûat Bayhan, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Reîs Baykîz, Hamît Daşdelen, Hamdî Erkmen, Medya Tagay, Halîl Kan, Bulent Agbaba, Omer Albayrak.   Kirariya gotinên girtin ên Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û 3 kesên din li Miduriyeta Polisan a Qersê didomin. Tê payîn ku gotin girtina wan temam bibe ew jî sewqî edliyeyê bên kirin.