Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin 2020-10-07 15:01:31   AMED - Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê rojnamevan Ayşegul Dogan de doz hatibû vekirin û dozger ji 7 salan heta 15 salan ceza rê xwest.    Danişîna pêncemîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê rojnamevan Ayşegul Dogan de li Amedê hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin. Dogan bi îdiaya beşdarî xebatên KCD’ê bûye tê sûcdarkirin. Dogan beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen beşdarî danişînê bûn.    Dozger biryara xwe derbarê dozê de eşkere kir û xwest ji sûcê “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê lê were birîn.    DAXWAZA PARÊZERAN RED KIR    Parêzerên Dogan parastina miwekîla xwe kirin û diyar kirin ku ew ê derbarê biryara dozger de paşê bi hûrgulî parastinê bikin û xwestin ji bo delîltiyê tapeyên telefonê yên di dosyeyêk din de ne bînin li dosyeya miwekîla wan were zêdekirin û lê bê guhdarkirin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a derbarê tapeyên telefonê de red kir û ji bo amadekirina parastina parêzeran danişînê 7’ê çile kir.