Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin 2020-10-07 15:49:07   ENQERE – Danişîna doza helbestvan Ahmet Tellî yê ji ber hesabek sexte yê Facebookê tê darizandin hat taloqkirin.    Serokê Federasyona Şoreşgerên 78’an û Helbestvan Ahmet Tellî bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin. Lê Tellî ji ber parvekirina hesabek sexte yê Facebookê tê darizandin. Danişîna doza Tellî li Dageha Hiqûqê ya Asliyê ya Enqereyê hat lidarxistin. Gelek mafnas û siyasetemedar beşdarî daniş3inê bûn. Tellî di danişînê de da zanîn ku hesabê Facebookê bi awayek sexte li ser navê wî hatiye vekirin û beraeta xwe daxwaz kir.    Parêzerên Tellî jî xwestin miwekîlê wan were beratkirin. Şandeya dadgehê ji bo lêkolîna parvekirinên di wî hesabî de baş were kirin danişînê taloqî 7’ê çileya 2021’an kir.