Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609 2020-10-07 19:34:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 56 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 581 kesên din jî pê ketine.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 56 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 581 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 8 hezar û 609 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 329 hezar û 138.