ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-08 09:00:14 * Rojnamevanên ku piştgiriya hevalên xwe yên di binçavan de dikin, anîn ziman ku nayê xwestin binpêkirinên mafan ên li Wanê bên nivîsandin û xêzkirin û gotin, operasyona dawî ya li hemberî hevalên wan jî perçeyek ji vê yekê ye.  * Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan ku bal kişand ser texrîbkirina Avzêmên Mûnzûrê, anî ziman ku mantiqa nimêja fethê ya qeyûmê taynî Şaredariya Qersê hat kirin û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e.    * Nivîskar Celal Temel diyar kir ku heya kurd nebin yek wê nikaribin pêş bikevin û got: "Tirkiye, car carinan xwe nêzî hin komên kurd dike û xwe dûrî hinan dike, lê di asasê xwe de li dijî hemûyan e."    * Endama Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Rûkiye Eker Omeroglû, diyar kir ku her diçe şewba Covîd-19'ê zêdetir dibe û bang li Wezareta Tenduristiyê kir di warê rêvebirina Covîd-19'ê de bi awayekî eşkere û zelal tev bigere û got: "Hin tevdîrên destpêkê hatibûn girtin, divê cardin bên girtin."    *Di ser êrîşa li dijî Midûrê Polîsan ê Çewlikê Atalay Ülker re 6 sal borîn. Lê hêj êrîşkar nehatine dîtin û darizandin. Di bûyerên 6-9'ê Cotmehê yên şermezarkirina dagirkeriya Kobanê de kesên nasnameya wan nediyar di 9'ê Cotmehê de êrîşî Midûrê Çewlikê Atalay Urker kirin û birîndar kirin. Lê hêj êrîşkar nehatine dîtin û darizandin. (DOSYA)    * Parlementerê HDP'ê Tayîp Temel, ji bo rojnamevanên hatine binçavkirin got "li TIrkiyeyê demara berxwedêr a heqîqetê ne" û xwest rojek berî rojekê bên berdan.    *  Di dema êrîşên Tirkiyeyê yên biribûn ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin roketên ku nehat zanîn ji kû derê hatine li Nisêbînê ketibûn û ji ber van roketan 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Der barê van roketan de tu lêkolîn nehatine kirin û lêpirsînên der barê 12 kesaên jiyana xwe ji dest dan jî daxilî nav dosyeyên kiryar nediyaran kirin.    * Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve li Kurdistanê, zilm û zordariyên li ser gelê kurd pêk hatine, dengbêjan nehiştine ku bên jibîrkirin. Dengbêj Ehmed Belge yê ku bi klamên xwe tim qala zilma li ser kurdan dike, got: “Polîtîkayên li dijî kurdan, tu carî neguheriye û hîn jî berdewam dikin.”   * Danişîna doza rojnamevan Necla Demîr a bi îdiaya "Heqaret li Serokkomar kiriye" tê darizandin dê li Dadgeha Bakirkoyê were lidarxistin. (09.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Mêrdînê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê panel were lidarxistin. (11.00)   * Danişîna doza rojnamevan Ferda Yilmazoglû piştî 22 mehan tê lidarxistin. Rojnamevan Ferda Yilmazoglû û siyasetmedar Seyhan Çîçeklî yên ji vê dozê tên darizandin dê danişîna wan li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (11.00)   * Danişîna ewil a doza rojnamevan Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan ên li Sînorê Edîrneyê dema nûçeya penaberan dişopandin hatin binçavkirin û pişt re hatin berdan dê li Dadgeha Edîrneyê were lidarxistin. (11.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê wê têkildarî binçavkirina rêveberên ESP'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)