Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin 2020-10-08 09:08:25 MÊRDÎN – Di dema êrişên Tirkiyeyê yên biribûn ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin roketên ku nehat zanîn ji ku derê hatine li Nisêbînê ketibûn û ji ber van roketan 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Der barê van roketan de tu lêkolîn nehatine kirin û lêpirsînên der barê 12 kesên jiyana xwe ji dest dan jî daxilî nav dosyeyên kiryar nediyaran kirin.  Tirkiyeyê di 9'ê Cotmeha 2020'an de tevî komên çekdar ên di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de êrîş biribû ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev êrîş bi awayekî neyînî bandor li Nisêbîn, Qoser û Cizîrê jî kriibûn. Di dema van êrîşan de çend roketên ku nehat zanîn ji kû derê hatine li Nisîbînê ketin.    Roketa ewil di 10'ê Cotmehê de li Taxa Firatê ya Nisêbînê ket. Ji ber vê roketê Fatma Yildiz a 47 salî û keçên wê Leyla (16) û Emîne (12) jiyana xwe ji dest dabûn. Di 11'ê Cotmehê de roket li Taxa Yenî Tûranê jî ket û 9 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 74 kes birîndar bûbûn û 126 mal jî xesar dîtibûn. Huseyîn Çakir (48), Naîf Sîncar (68), Ahmet Delen (16), Orhan dogan (30), Aytekîn Eroglû (35), mehmet Şîrîn Demîr (50), Hasan Mûhammed (39) û Dara Alî (17) li cihê bûyerê û Şivan Çetîn ê 26 salî jî piştî bûyerê bi 20 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji det dabû.    BERTEKA NISÊBÎNIYAN    Çendî ku hîn jî rayedarên hikûmetê dibêjin "YPG'ê roket avêtine", lê belê Nisêbînî qeyda dengên nûnerên MÎT, artêş û hikûmetê ku gotibûn "Em ji wî aliyî 3-5 roketan bavêjin. Em ê şer derxin" bibîr dixin û bertek nîşan didin. Her wiha Berdevkê QSD'ê Kino Gabrîel jî daxuyanî dabû û gotibû, tu eleqeya wan bi topên hawanê yên li Nisêbînê ketine tuneye û wî jî heman qeyd adeng bibîr xistibû û gotibû: "Beriya dostên me dijminên me jî dizanin ku em her tim xwe ji tiştên werê dûr dixin."    Çendî ku rayedarên hikûmetê hin daxuyanî dan jî, lê belê piraniya malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane bawer nekirin ku hêzê QSD'ê roket avêtine. Her wiha berî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ji bo şînê were navçeyê, hatibû xwestin ku ala bên daliqandin. Lê belê malbatan ev yek qebûl nekiribû û her wiha li ber nexweşxaneyê, di merasîmên cenazeyan de bertek nîşan dabûn û bang kiribûn ku êrîş bên rawestandin.    Her wiha malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn û welatiyên ku malên wan xesar dîtibûn, ji bo tazmînatê serî li Wezareta Karên Navxweyî dabûn, lê belê serlêdanên wan nehatibûn qebûlkirin û wezaretê berê wan dabû komîsyonê. Hîn jî serlêdana li komîsyonê bi dawî nebûye.    Ligel vê wezaretê ji malbatan xwestibû ku bibêjin "em mexdûrê terorê ne", lê belê malbatan qebûl nekiribû.    DOSYE DAXILÎ NAV ÊN KIRYAR NEDIYAR KIRIN    Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rê ve dibir jî di demek kurt de hat girtin û dosyeya der barê mirina her 12 kesan de jî daxilî nav ên "kiryar nediyar" hatine kirin. Dozgeriyê di çarçoveya "demboriyê" de ji bo 30 salan dosye sewqî buroya demboriyê kir.    MA  /  Ahmet Kanbal