Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in 2020-10-08 13:18:15   STENBOL – Di doza ku Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ender Îmrek tê darizandin de, dozger bêyî ku hincet nîşan bide xwest Îmrek bê cezakirin.   Danişîna duyemîn a doza Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ender Îmrek ku ji ber nivîseke xwe ya derbarê hevjîna Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Emîne Erdogan de tê darizandin, li 2’emîn Dadgeha cezayê Esliyeyê ya Edliya Bakirkoyê hat dîtin. Îmrek tevlî danişînê nebû, tenê parêzerên wî di danişînê de amade bûn.    Di danişînê de parêzer Yildiz Îmrek parastin kir û da zanîn ku muwekîlê wî di nivîsa xwe de rexneya siyasî kiriye û wiha got: “Di doznameyê de sûcdariyeke mîna “gotinên baş û xweş negotiye û heqaret kiriye” heye. Ev sûcdarî çî ye? Ji berk u muwekîlê min peznê Emîne Erdogan nedaye tê sûcdarkirin. Ev ne hiqûqî ye.” Piştî vê parastinê parêzer Yildiz daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.    DOZGER BÊ HINCET CEZA XWEST    Dozger derbarê esasê de mtalaaya xwe da û bêyî hincet nîşan bide xwest bi sûcdariyên kul ê hatine kirin Îmrek bê cezakirin. Parêzeran li dijî mutalaayê mafê axaftinê girt û bi bîr xistin ku divê sûcdariyên dozger bi hincet bin. Li ser vê yekê dozger vê bersiva balkêş da parêzeran: “Ji yên fêm dikin re hincet pir in.”   Piştî parastinan heyeta dadgehê, daxwaza dema zêdek a ji bo parastina derbarê esasê de qebûl kir û danişînê taloqî 2’ê kanûnê kir.