Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin 2020-10-08 16:43:10   QERS – Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê û Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli û 2 kesên din ku 8 roj in di binçavan de bûn hatin girtin.    Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Qersê û 3 kesên din piştî emniyetê biribûn edliyê û li vir îfade dayîna ji bo dozgeriyê bi dawî bû. Dozger piştî darizandinê Muazzez Çagritekîncî serbest berda û derbarê Şevîn Alaca, Hevsrokê Rêxistina HDP’ê ya Qersê Cengîz Anli, Mustafa Yardimcier û Şengul Erkmen jî bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir. Dadger derbarê Alaca, Anli, Yarcimcier û Erkmen de biryara girtinê da.    Li Qersê di çarçoveya operasyona li dijî HDP'ê di 1'ê cotmehê de pêk hatibû gelek siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Alaca û Anli jî di nav de heta niha 16 kes hatin girtin.