MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan 2020-10-08 17:04:38   AMED - Rêveberên MEBYA-DER’ê têkildarî nedayîna cenazeyên PKK’iyan di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bang li rayedaran kirin ku cenazeyên ku di morga û goristanên bêkesan de ne teslîmî malbatên wan bên kirin.    Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) derbarê nedayîna cenazeyên endamên PKK'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên MEBYA-DER û malbata Îsmaîl Dag ê PKK'yî beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘DEST JI GORÊN ME BERDIN’   Destpêkê Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku bi sala ne hin malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin ji bo DNA’yê xwîn dane lê tu encamê bi dest naxin û wiha got: “Malbat bi mehan bi salan ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin serî li saziyên rayedar didin û li benda encamên DNA’yê disekinin. Malbat dixwazin hestiyên zarokên xwe bigirin ku goreke wan çêbibe. Ji ber vê yekê malbat serî li saziya me jî didin. Em jî weke MEBYA-DER bang dikin dibêjin dest ji gorên me berdin, cenazeyên me perçe nekin, cenazeyên me di morga de nehêlin. Cenazeyên zarokên malbatan teslîm bikin. ”   Dû re Bavê Îsmaîl Dag (Cemşîd) ê PKK’yî ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor ya Bedlîsê hatibû derxistin û ji bo lêkolînkirina Tiba Edlî biribûn Stenbolê, Zekî Dag axivî.   ‘EM DIXWAZIN CENAZEYÊ ME BIDIN ME’   Dag da zanîn ku pêvajoya hiqûqî ya ji bo cenazeyê lawê xwe û wergirtinê dane destpêkirin û wiha axivî: “Me ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî daxwaznameyek da Serdozgeriya Bedlîsê, lê me tu encam negirt. Me ji bo DNA’yê xwîn jî daye. Em dixwazin goreke lawê me hebe, her êvarê îna em werin ser dûa bixwînin. Gava ku em gorên kîlyosê dibînin wek malbat zêde pê diêşin. Dibêjin di mezelên bêkesan de ne lê ne bê kes in. Ez bav im doza hestiyên xwe dikim ku em bînin goristaneke wiha de veşêrin. Me testa DNA’yê du meh û nîve daye lê hêj derneketiye. Em dixwazin encama DNA’yê rojek berî rojekê derkeve û cenazeyê me bidin me."