Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin 2020-10-08 18:28:46   AMED – Li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê cenazeyê mêrekî hat dîtin.    Li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê cenazeyê mêrekî hat dîtin. Welatiyên li derdorê gava çav pê dikevin xeberê didin polîsan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku kesê li erdê dirêjkirî miriye. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Welatiyan ragihand ku zilamê miriye kesekî bêmal bûye û ji zû de li parkê dima.