Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin 2020-10-08 19:35:31   ŞIRNEX - Nûçegihana me Zeynep Dûrgût ku dema li navçeya Basanê nûçe dişopandin hat binçavkirin.    Nûçegihana me Zeynep Dûrgût ku dema ji bo nûçeyan çû navçeya Basan a Şirnexê cendirmeyan ew da sekinandin û binçav kirin. Di dema binçavkirinê de eskeran wêne û dîmenên ku Dûrgûtê li navçeyê û gundan girtibûn jê birin. Hat hînbûn ku cerdevanan giliyê nûçegihana me kiriye û ji ber vê hatiye binçavkirin.    Cendirmeyan Dûrgûtê bir Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Cendirmeyan ji Dûrgûtê pirsîne "Çima tu li vê derê yî? Navenda ajansê li kû derê ye?"    Cendirmeyan piştî îfadeya li qereqolê Dûrgûtê ji bo rapora tenduristiyê birine Nenxweşxaneya Dewletê ya Basanê.   Nûçegihana me piştî rapora tenduristiyê hat berdan.