58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-10-08 21:17:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 58 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 615 kesên din jî pê ketine.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 58 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 615 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 8 hezar û 667 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 330 hezar û 753.