ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-09 09:00:09 * Mamosteyê zimanê kurdî Cemîl Guneş der barê pirtûka xwe ya “Duzimanî-Zarok û Perwerdehî” de diyar kir ku bi milyonan zarokên kurd hene, bi zimanekî din perwerde dibin û ev bandorek nebaş li wan dike û got: “Divê em bi civaka xwe bidin fêm kirin ku ev zarokên me bi zimanê xwe perwerde nebin, zehmet e ku serkeftî bibin.” * Yek ji girtîgehên ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ye. Malbatên girtiyan, dan zanîn ku ew dê zext û êrişên li ser girtiyan qebûl nekin û gotin: “Mirinê li zarokên me ferz dikin. Em vê qebûl nakin. Em bang li raya giştî dikin ku bêdeng nemînin.”   * Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 22 sal borîn. Der barê komployê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle anî ziman ku ji bo komplo bê famkirin divê geşedanên berê bên dahurandin û wiha got: “Heta Birêz Ocalan bi temamî azad nebe ev komplo bi dawî nabe. Ji bo kompo bi dawî bibe divê Ocalan azad bibe." (DOSYA)    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, anî ziman ku bi binçavkirina rojnamevanên ku bûyera du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin aşkerekirin, ser heqîqetê tê girtin.    * Li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, ji rojnamevanan hatiye pirsîn ku ji bo şopandina nûçeyan telîmatê ji kê distînin, ji bo çi daxuyaniyên çapemeniyê dişopînin. Her wiha hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan jî ji rojnamevanan pirsîne.    * Seroka Baroya Mêrsînê Belgîn Yeşîlbogaz, anî ziman ku tê gotin wê karbidestiya baroyên ku hilbijartinên wan hatine betalkirin bên "tirpankirin" û got: "Em bûn dewleta tamîman."    * Ji roja ku Tirkiye êrîş birine ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya niha li Nisêbînê şebekeyên înternetê bi hinceta "ewlehiyê" tên sînordarkirin. Ji ber vê sînrodarkirinê nisêbînî jî ji mecbûrî VPN'ê bi kar tînin.    * Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê, ji bo flûtê got zirne ye.    * Endamê Desteya Rêvebir a Konseya Bajêr a Bodrûmê Mîr Bahattîn Demîr ku ji bo Bodrûmê dibêje "pencereya hêşîn ya cîhanê" anî ziman ku zêdetirî milyonek metrekare ya bajêr daxilî nav îmarê hatiye kirin. Demîr, destnîşan kir ku wê bajêr di bin betonê de bimîne.    * Li Stenbolê Komeleya Kadin Zamani (Dema Jinê) hat avakirin. Seroka Komeleyê Dîlek Başalan got: "Em tam di wext de dibêjin 'Dema Jinê' ye."    * ANYAKAY-DER, PŞTA, YDAB, OTSP û Malbatên Tayadî dê ji bo 4 endamên HPG'ê li Dersimê jiyana xwe ji dest dane û cenaze nadin malbatan civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Bi wesîleya Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li gelek navçe û bajaran daxuyanî werin dayîn. (12.00-19.00)   * Rêxistinên civakî yên sîvîl û partiyên siyasî yên li Enqereyê bi boneya cenazeyên li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê tên rawestandin dê Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Odeya Bijîşkan a Mêrsînê dê li avahiya xew bi sernavê "Rastiyên Kovîd-19" daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)