Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin 2020-10-09 09:07:36 MÊRSÎN - Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, anî ziman ku tê gotin wê karbidestiya baroyên ku hilbijartinên wan hatine betalkirin bên "tirpankirin" û got: "Em bûne dewleta tamîman."  Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta şewba Covîd-19'ê hemû çalakiyên sazî, yekîtî, kooperatîf û rêxistinên civaka sivîl heya 1'ê Kanûnê qedexe kiribûn. Ji ber vê hilbijartina baroyan jî betal bû ku wê di hefteya ewil a Cotmehê de bihatana kirin. Baroyan serî li Desteya Hilbijartinê ay Bilind (YSK) dabûn, lê belê YSK'ê serlêdana wan qebûl nekiribû.    Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, anî ziman ku her roj bi bêhiqûqîtiyeke nû re rû bi rû dimînin û got, niha parêzî bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû ye û bi vî awayî tê xwestin parêzî ji holê bê rakirin. Yeşîlbogaz, bilêv kir ku bi pergala pirbaroyî baro û parêzer nehatine bêdengkirin û got, lê belê bi rêbazeke din bi ser baroyan û parêzeran de diçin.    Yeşîlbogaz, diyar kir ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ço nîşanî Dadgeh Qanûna Bingehîn (AYM) didin û got, piştî gotinên hatin kirin AYM'ê îtiraza li dijî pergala pirbarobûyînê red kiriye û dû re hilbijartinên baroyan taloq kirine. Her wiha Yeşîlbogaz diyar kir ku biryarên Desteya Hifzîsihha ya Bajêr yên der barê hilbijartinên baroyan de jî dijî hiqûqê ne û got, karbidestiyeke bi vî rengî ya desteyê tuneye.    'EM BÛ DEWLETA TAMÎMAN'    Yeşîlbogaz got: "Tamîm (giştîname), ne di ser qanûnan re ne. Em ne dewleta qanûnê ne jî. Em bûne dewleta tamîman. Niha Yeîtiya Baroyam me temsîl nake. Serokê Yekîtiya Baroyan jî tê de hema bibêje me têkiliyên xwe yên fermî hemû qut kirine. Ev gavên tên avêtin ji bo xelaskirina Feyzîoglû koma wî ne."   Yeşîlbogazê, anî ziman ku armanceke din a taloqkirina hilbijartinên baroyan jî ew e ku ji bo karbidestiya bariyan kêm bikin amadekariyên pêşnûmaya qanûnekê dikin û got: "Îqtidara ku bi pirbarobûyînê bi ser nekete, wê der barê baroyan de tiştekî din pêk bîne. Gavên niha tên avêtin wê bi qanûnekê legal bikin. Tişta herî girîng jî em dibihîsin ku wê karbidestiya bariyan bê tirpankirin.Nexasim jî wê xalên 75 û 96'an ên qanûna parêzeriyê biguherînin."    Yeşîlbogaz, diyar kir ku rêxistinên civaka sivîl û baro temînata herî mezin a ji bo demokrasî û azadiya welêt in û got: "Li welatê me tiştekî wiha qebûl nakin. Heger hûn nexwazin gel serwext bibe û pêş bikeve û bi xwe bawer be, nexwe hûn ê hiqûqa dijminahiyê pêk bînin. Kî cuda bifikire gişan kategorîze dikin. Ev hiqûqa dijminahiyê e. Tişta li welatê me tê kirin ev e."    MA / Omer Akin