Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê 2020-10-09 09:08:12 MÊRDÎN - Ji roja ku Tirkiye êriş birine ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya niha li Nisêbînê şebekeyên înternetê bi hinceta "ewlehiyê" tên sînordarkirin. Ji ber vê sînrodarkirinê nisêbînî jî ji mecbûrî VPN'ê bi kar tînin.    Tirkiyeyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîş birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji roja ku êrîş dest pê kirine heya niha li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şebekeyên telefonan tên sînordarkirin. Hema bibêje li navçeyê xeta Turk Telekomê û Vodafoneyê nayê bikarnîn û Turkcell jî pir baş nakişîne. Her wiha ji ber vê ên li nêzî sînorê Qmişloyê ne hema bibêje nikarin telefonê bi kar bînin. Ev yek bandorê li pergala EBA'yê jî dike ku xwendekar nikarin pêwendiyê pê re deynin.    Operastorên GSM'yan ji bo vê yekê dibêjin, di çarçoveya tevdîrên "ewlehiyê" de wisa hatiye kirin. Lewma şêniyên bajêr jî ji mecbûrî VPN'ê bi kar tînin.    Xwendekarê lîseyê Yûsûf Aslan, diyar kir ku salek e bêyî VPN'ê nikarin têkevin înternetê û got, ji ber ku nêzî sînor in wisa ye. Aslan, anî ziman ku hema bibêje her bernameyê bi VPN'ê vedikin û got: "Em ne dikarin têkevin medyaya civakî ne jî dersên xwe." Aslan ku got bê VPN nabe anî ziman ku êdî hînî VPN'ê bûne.    Hevserokê HDP'a Nisêbînê Şiyar Koç jî anî ziman ku pirsgirêk piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû daye û got, her wiha li deverên nêzî sînor telefona asayî jî nakişîne. Koç, diyar kir ku gel heqê fatûreyan dide lê dîsa jî sûdê jê nagire û got, gelek caran serlêdan hatine kirin lê cardin nehatiye helkirin. Koç, xwest pirsgirêka heyî bê helkirin.    MA / Ahmet Kanbal