Flût li girtîgehê bû zirne 2020-10-09 09:08:44 AMED  - Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê, ji bo flûtê got zirne ye.  Girtîgeha Xarpêtê ku bi miameleyên xwe yên xirab ketiye nav raporên parêzvanên mafên mirovan, vê carê jî tiştekî trajîkomîk kiriye. Xwişka girtiyekî flûtekê ji birayê xwe yê girtî re dişîne. Lê belê piştî ku îdareya girtîgehê flûtê nade girtî, girtî îtiraz dike. Li ser vê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê li hev kom dibe. Deste, ji bo flûtê dibêje zirne ye û li girtîgehê qedexeye.    Bariş Korkmaz gava xwendekarê pola dawî yê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê ye, tê girtin. Korkmaz, gava diçe cem malbata xwe ya li Pêrtag a Dersimê, ji ber tûpekî li baxçeyê cînarê wan tê dîtin û bi îfadeyên şahidên veşarî tê girtin û 59 sal ceza lê tê birîn.   Korkmaz, li girtîgehê dixwaze hînî flûtê bibe û ji xwişka xwe dixwaze ku jê re flûtekê bişîne.    Xwişk Şevînç Korkmaz jî diçe ji Bûrsa Muzîkê bi 769 TL'yî ji birayê xwe re flûtekê dikire û dide dêya xwe Sakîne Korkmaz ku ji birayê wê re bişîne. Dê Korkmaz jî di 7'ê Tîrmehê de bi kargoyê flûtê ji kurê xwe re dişîne. Lê belê îdareya girtîgehê heya 2'yê Îlonê jî flût nedaye Korkmaz. Bariş Korkmaz jî radibe îtiraz dike. Li ser vê Desteya Îdare û Çavdêriyê li hev kom dibe û ji bo flûtê dibêje zirne ye û li girtîgehê zirne qedexe ye.    Li ser vê Korkmaz radibe fatûreya flûtê jî dide ber desteyê, lê belê desteya ku midûrê yekem û yê duyem, karmendê îdareyê, derûnas, mamoste jî di nav de ji 7 kesan pêk tê cardin qaneh nabe û cardin ji bo flûtê dibêje zirne ye.    Piştî vê Bariş Korkmaz vê carê serî li Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê dide.    Heger dadgerî jî ji bo flûtê bibêje zirne ye, axirê wê ev mesele biçe ber destê Dadgeha Cezayê Giran û wê çaxê wê kifş bibe bê ka flût zirne yan flût e.    MA / Fethî Balaman