Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe 2020-10-09 10:14:56 STENBOL – Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komployê û tecrîdê bi fikrên xwe pûç kiriye û got: “Divê êdî azadiya Ocalan bikin armanca xwe."    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emran Emekçî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê birêvebirin ji ajansa me re nirxand.    ‘PROJE BI SERNEKET KOMPLO XISTIN DEWRÊ’    Emekçî anî ziman ku Amerîka, Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) bi komploya li dijî Ocalan xist meriyetê û pişt re bi dagirkirina Afganîstan, Iraq û şerê navxweyî yê Sûriyê berdewam kir. Emekçî da zanîn ku projeya “Modernîteya Demokratîk” a Ocalan ji bo Rojhilata Navîn rêya rizgariyê ye û got: “Birêz Ocalan bi gelên din ên Rojhilata Navîn re têkiliyên baş li pêş xistiye. Li Sûriyê, Lubnan û Iraqê têkiliyên wî baş hebûn. Li Iraqê di wê serdemê de pênaseya Selahattîn Eyyûbiyê hemdem dihat kirin. Birêz Ocalan ji bo dewletên serwer di rewşek ku lîstika wan xera bike de bû. Ocalan wek asteng didîtin. Loma vê komployê pêk anîn.”    PROJEYÊN KRÎZÊ BI DAWÎ BIKIN    Emekçî da zanîn ku pirsgirêka bingehîn a gelên Rojhilata Navîn ew e ku netew-dewlet e û got: “Pergala netew-dewletê li Rojhilata Navîn bingeha krîza li Rojhilata Navîn çê dike. Birêz Ocalan ji bo dawîanîna vê krîzê proje danî holê. Ev proje berevajî moedela netew-dewletê ya hêzên serwer bû. Loma ji birêz Ocalan re gotin ‘lîstikê xera dike’ û dîtin ku Ocalan nakeve bin kontrola wan tasfiyeya wî kirin armanca xwe. Ocalan fizikî nehat tasfiyekirin vê carê jî bi komployê ji Rojhilata Navîn derxistin.”    ‘LI DIJÎ BERXWEDANA OCALAN TECRÎDÊ GIRAN DIKIN’    Emekçî destnîşan kir ku hêzên komploger dîtin ku komploya pêk anîne encam nade vê carê tecrîda sê qonaxî li ser Ocalan 22 sal in didomînin û got: “Birêz Ocalan li dijî her cûre polîtîkayên komplo û tecrîdê îradeya xwe nîşanda da radest nebû û berxwedanek mezin nîşan da û dide jî. Ocalan li dijî Modernîteya Kapîtalîst projeya Modernîteya Demokratîk li pêş xist. Bi vî awayî hem komployê û hem jî pergala tecrîdê pûç kir. Li dijî vê yekê perspektîfan li pêş xist.   Li dijî helwesta Ocalan tecrîda girankirî sepandin û her wiha di vî warî de yasayên Ocalan derxistin û şertan giran kirin. Sal bi sal her ku çû şertên Ocalan giran kirin. Qedexeya çûna parêzeran di 2011’an de xistin meriyetê û ev qedexe hêj didome. Piştî pêvajoya çareseriyê qediya asta dawî jî wek tecrîda mutleq xistin dewrê. Dixwazin bi sepanên li Girava Îmraliyê ango pergala Îmraliyê vîna Ocalan teslîm bigirin lê bi ser nakevin. Biryara qedexekirina çûna parêzeran a cem Ocalan ku di 23’ê îlonê de hatiye girtin, dij hiqûqî û dij yasayî ye.”    ‘DIVÊ ÊDÎ AZADIYA OCALAN PÊK WERE’    Emekçî bal kişand ser rakirina tecrîdê û wiha got: “Birêz Ocalan pirtûkên “Ji Dewleta Sumer Rahîp’, ‘Parastina Gelekî’ û di pirtûkên wî parastinê yên 5 cildî de dahûrandina Modernîteya Kapîtalîst dike. Di van pirtûkan de bi hûrgulî  li ser parçekirina pergala tecrîdê disekine. Parastinên wî çiqas bikevin pratîkê wê ewqas encam were girtin. Zîndana Îmraliyê zîndanek li ser pergala tecrîdê hatiye avakirinê ye. Heta îro yên li wir hatin ragirtin, bi tecrîdê re rûbirû man. Li ser birêz Ocalan tecrîdek ku di dîrokê de nehatiye bihîstin tê sepandin. Lê belê birêz Ocalan bi sekna xwe van polîtîkayan hemû pûç kiriye. Tiştek tenê maye ew jî azadiya birêz Ocalan e. Her têkoşîna li dijî tecrîdê tê dayîn gelek bi nirx e. Divê êdî azadiya Ocalan ji xwe re bikin armanc."    MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayûmat