Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe 2020-10-09 10:15:31 ENQERE - Mûstafa Dogan ê her 10’ê mehê, ji bo ku tevlî bîranîna qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê bibe ji Stenbolê tê Enqerê, got: “Ez bi hêviya dibe ku rojekê di vê rê de, bigîhîjim Guneyê xwe têm vê derê.” “Dema ku me Guney spart axê, min jê re soz da. Min got, ji bo ku qetilkirina te ji bîr nekim, ez ê di her 10’ê mehê de, li qada komkujî lê pêk hat bîm…” Ev gotin, aîdê bavê Guney Dogan ê di 10’ê Cotmaha 2015’an de, li ber Gara Enqerê di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de bi 103 kesan re jiyana xwe ji dest da Mûstafa Dogan e.    Bav Dogan, weke ku soz dayî kurê xwe her sala di 10’ê Cotmehê de, ji Stenbolê tê Enqerê û beşdarî bîranîna kesên di komkujiya Garê jiyana xwe ji dest dayîn dibe.    Dogan diyar kir ku bi armanca kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nedin ji bîr kirin, têkoşîna lêgerîna maf mezin bikin û hesabê ji bersûc bipirsin, ew her salê tê Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) û derbarê têkoşîna xwe de axivî.   'DIBE KU DI RÊ RÊYÊ DE BIGÎHÎJIMÊ’    Dogan, anî ziman ku hîna jî dibin bandora trawmanaya komkujiyê de ye û wiha got: “Li navenda paytexta vî welatî komkujiyek pêk tê. Dûre her roja derbas dibe, rêze komkujû dewam dikin. Ew trawma hîna jî xwîn dihereke û qalik nagire. Ji ku ew birîn her tim tê tevdan û ne pêkane ku ew trawma bê jibîrkirin. Ji bo ku hinek bejî trawmaya dijîm kêm bibe ez tim beşdarî bîranînê dibim. Ez bi hêviya dibe ku rojekê di vê rê de, bigîhîjim Guneyê xwe têm vê derê.   HEMÛ DANIŞÎNA ŞOPANDIN   Dogan, “komkujiya herî mezin a dîroka Komarê” bibîr xist û wiha bilêv kir: “Bi vê yekê re mijareke ku me zêde diêşîne, dadgeha ku bi salane dewam dike ye. Heya niha ez tevlî hemû danişînan bûm. Di dadgehê de qatil pir rehet tevdigerin. Ev jî birîna min kûrtir dike. Serokên dadgeha dîsa heqaretê li me dikin. Lê qatilan qet hişyar nakin. Mixabin bizmarê welat ji cihê xwe derketiye. Ji ber vê edalet ji bo me nayê bi cih anîn. Edalet ji bo hemû kesî derbas dare. Kesên niha edaletê bi cih nayînin, wê rojekê were ji bo wan jî edalet pêwîst be. Divê bi wijdan nêz bibin. Lazime ku wijdana raya giştî û ya xwe rehet bikin. Heya ku edalet pêk neyê, emê şopdarê vê dozê bin.”    ‘GELO ÇIM DOVUTOGLÛ NA AXIVE’   Dogan, pirsa “Gelo serokwezîrê dema komkujî lê pêk hat, ne berpirsê komkujiyê ye?” pirsî û wiha pê de çû: “Davûtoglû, komkujî kiriye amûrê berjewendiyên xwe yê siyasî. Gelo çima Davûtoglû na axive? Ji xwe ve digot, ‘Ger ez bi axivim, wê erd biheje.’ Piştî 10’ê Cotmehê jî mirov hatin qetilkirin. Teqez wê rojekê li vî welatî aştî pêş bikeve. Heya ku aştî pêş bikeve, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ger yek ji me jî bimîne emê dîsa bêjin aştî. Ji ber ku pêwîstiya her kesî bi aştiyê heye. Ger aştî pêk were, wê dayika tu kesî negirî û xemgîn nebe. Mîna Yilmaz Guney gotî, ‘Teqez emê qezenc bikin.’”    MA / Emrullah Acar