Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2020-10-09 10:57:29   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, ji bo ku bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mezlûm Dînç, bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Di heman demê de, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî, bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan.    Malbata Ocalan û malbatên din herî dawî piştî 21 salan, di 27’ê Nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk anîbûn.