Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan 2020-10-09 11:30:08 ENQERE - Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, 238 binpêkirinên mafan û 255 bûyerên îşkenceyê yên di meha Îlonê de rû dan, kir rapor.    Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (HDP) yê Stenbolê û Serokwekîlê Komîsyona Lêkolînên Mafê Mirovan a Meclîsê Sezgîn Tanrikûlû, derbarê binpêkirinên mafan ên di meha Îlonê rû dan de, raporek amade kir. Di raporê de, hat diyar kirin ku di meha Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan û wiha hat gotin: “Ji van 238 binpêkirinên mafan 38 jê pevçûna bi çek, 177 cînayetên kar, 16 cînayetên jinan, 2 jê ‘pêvçûnên sivîl/sûcên kîn û nefrete,’ 3 jê mirinên li girtîgehan, 1 mirina di encama îşkenceyê de û 1 jê ‘înfaza bê daraz, hişyariya raweste û gule bi awayekê ketober reşandin.’”   BÛYERÊN ÎŞKENCEYÊ   Di beşa raporê ya “bûyerên îşkenceyê” de, hat dest nîşan kir ku di meha Îlonê de bi giştî 255 bûyerên îşkenceyê rû dan, di beşa “li girtîgehan îşkence û mûameleya xirab” de 105 binpêkirinên mafan û di beşa “îşkenceyê” de jî 5 jê zarok bi giştî 150 binpêkirina mafan rû dan.   7 ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN   Di beşa “azadiya ramanê” ya raporê de, agahiya 238 binpêkirinên mafan rû dan û di nava mehekê de 7 rojnamger hatin binçavkirin hat dayîn. Di raporê de hat diyar kirin ku bi giştî 2 rojnameger hatin girtin û 8 rojnameger jî hatin cezakirin.