Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman 2020-10-09 12:54:58   RIHA - Di doza ku siyasetmedarên kurd û endamên sendîkayan de bi hêceta xebatên KCD’ê kirine dihatin darizandin girtî neman herî dawî 3 kesên girtî dihatin darizandin jî hatin berdan.    Li Rihayê siyasetmedar û sendîkavan di çarçoveya beşdarî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne û bi îdiayên “Endamên rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Ji vê dozê 30 kes dihatin darizandin û sê kes ji wan girtî mabûn. Danişîna 7’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Rihayê hat lidarxistin.    Girtiyê nexweş Muzafer Çakmak, Songul Arpa û Ahmet Yenîlmez ên ji dozê girtî dihatin darizandin di danişînê de hatin amadekirin.    GIRTÎ NEMAN   Danişînê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir û girtiyan parastina xwe kirin û îdiayên li ser xwe red kirn û xwestin werin berdan. Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin dadgeh dema girtina miwekîlên wan li ber çavan bigire û werin berdan.    Şandeya dadgehê biryara berdana 3 siyasetmedaran da û danişînê taloqî 10’ê adara 2021’an kir.    ÇI BÛBÛ?   Li Rihayê li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 9’ê Cotmeha 2019’an de 30 siyasetmedar û sendîkavn di çarçoveya xebatên KCD’ê de hatibûn binçavkirin û 25 kes hatibûn girtin. 5 kes bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Di danişînên berê de 22 kes hatibûn berdan.