Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin 2020-10-09 13:11:35   AMED – Rojnamevan Sertaç Kayar ê ji doza bi îdiaya beşdarî xebatên KCD’ê bûye û “Endamê rêxistinê ye” hat beraetkirin.    Derbarê rojnamevan Sertaç Kayar de bi îdiya beşdarî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye û “Endamê rêxistinê ye” dihat darizandin. Danişîna biryara dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hat lidarixstin. Sertaç Kayar û parêzerê Şivan Cemîl Ozen di danişînê de amade bûn û parêzera Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) Ulku Şahîn jî danişînê şopand.   Dozger diyar kir k udi lêkolîna û lêgerîna ser belge û materyalên dîjîtal ên KCD’ê de têkildarî Kayar tiştek nehatiye dîtin.    Dozger biryara xwe da û xwest Kayar ji sûcê “Endamê rêxistinê ye” ji 7 salan heta 15 salan cezayê hepsê lê were birîn.    Kayar parastina xwe kir û got ew di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de çûye KCD’ê û daxuyaniyê wan şopandiye û di KCD’ê de wezîfe negirtiye ser milê xwe. Kayar got ew dixwaze were beratkirin.    Parêzer Şivan Cemîl Ozen jî parastina Kayar kir û xwest were beratkirin.    Şandeya dadgehê bi hêceta ku Kayar tu sûcek nekiriye biryara beraetê da.