Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn 2020-10-09 14:18:08 AMED - Ji sûcê “Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kiriye” cezayê girankirî yê heta hetayê û 13 sal cezayê hepsê li Dilşad Şengul a ji Doza Sûrê dihat darizandin hat birîn.    Di Doza Sûrê 26 jê girtî bi giştî 47 kes bi îdiayên “Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kiriye” û “Endamên rêxistinê ne” tên darizandin. Danişîna biryarê ya Dilşad Şengûl a ji Doza Sûrê tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Şengul û parêzarên xwe amade bûn.    Dozger biryara xwe eşkere kir û bi daxwaza sûcên “Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kiriye” û “Kuştina wezîfedarê cemaweriyê” were cezakirin.    ‘PÊDIVÎ BI TENDURISTVANAN HEBÛ, EZ JÎ ÇÛM SÛRÊ'    Şengul li dijî biryara dozger parastina xwe kir û got: “Di 25’ê Çileya 2015’an de haya min ji ragihandina xwerêveberinê çêbû. Min bihîst li Sûrê qedexeya derketina derve û qetilkirina Tahîr Elçî bihîst. Min bihîst li Sûrê zarokek 15 salî hatiye kuştin. Xelkê dixwest derkevin derve lê polîsan destûr nedida û li mirina zarok dihat temaşekirin. Hat gotin pêdivî bi tenduristvanan heye. Ez jî bi dildarî çûm Sûrê.”    Parêzerên Şengul jî diyar kir ku ew tevlî biryara dozger nabin û divê Şengul ji sûcê “endamtiya rêxistinê” were darizandin û ji ber ku demek dirêj e girtî ne xwestin were berdan.    Şengul di dawiyê de got: “Ev 4 sal û nîv in ez girtî me. Ez dixwazim pirsgirêkên min tenduristiyê li ber çavan werin girtin û bi şertê kontrola edlî berdana xwe dixwazim.”    CEZAYÊ GIRNAKIRÎ YÊ HETA HETAYÊ    Şandeya dadgehê piştî navberê ji sûcê “Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kiriye” cezayê heta hetayê yê girankirî û ji sûcê “Kuştina wezîfedarê cemaweriyê” jî 13 sal cezayê hepsê li Şengul birî.