Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin 2020-10-09 14:42:50   RIHA - Dema binçavkirina 4 Dayikên Aştiyê jî di nav de, 12 kesên li Rihayê di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, 4 rojên din hat dirêjkirin.    Li Rihayê 4 Dayikên Aştiyê jî di nav de 12 kes, di 6'ê Cotmehê de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina dayik jî di nav de 12 kesan heya 4 rojên din hat dirêjkirin. Her 12 kes îro sewqî Edliya Rihayê hatin kirin û Dadgeha Cezayê Sûlhê dema binçvakirina wan dirêj kir. Kesên dema binçavkirina wan hat dirêjkirin, cardin paşve birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.   Navê kesên dibin çavan de û biryara veşartinê ji bo dosyeya wan hat dayîn wiha ne: "Dayikên Aştiyê Hadle Ogur, Fatma Akbaş, Adalet Çay û Meyaser Kokmaz, endamê Meclîsa  Şaredariya Pirsûsê Îsmail Kaplan, Cebrail Ogur, Omer Bozdal, Deniz Agaçgoz, Celal Altun, Kader Delikan, Aynur Delikan û Mehmet Tekin”