DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir 2020-10-09 14:43:25   AMED - Navenda Giştî ya DBP'ê, têkildarî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku mudaxaleya li dijî Ocalan mudaxaleya li dijî Rojhilata Navîn e. DBP'ê anî ziman ku dê tecrîda li Îmraliyê bişkînin.    Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998’an de pêk anîn û piştre di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê daxuyanî da. DBP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku komploya li dijî Ocalan li dijî gelê Kurd û Rojhilata Navîn pêk hatiye. DBP'ê da zanîn ku di ser komployê re 22 sal borin û bi vê kompoyê armanc kirin ku Ocalan li Rojhilata Navîn bê tesîr bikin. DBP'ê anî ziman ku bi kompoyê bi milyonan mirov di bin tecrîdê de ye û ew dê vê tecrîd û komployê pûç bikin.