Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir 2020-10-09 14:50:00   STENBOL - 3'emîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Dîlokê, îtiraza parêzeran a li dijî astengkirina malpera ajansa me ya “www.mezopotamyaajansi22.com” red kir.    Parêzerê Ajansa me Mezopotamya (MA), li dijî astengkirina malpera ajansê serî li 3'emîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Dîlokê da û îtîraz kir. Dadgehê, îtiraza parêzeran a li dijî astengkirina malpera ajansa me ya “www.mezopotamyaajansi22.com” red kir. 2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê di 30'ê Îlonê de biryar da ku malper bê asteng kirin. Li ser vê yekê Saziya Ragihandina Teknolojiyên Zanînê (BTK) malper asteng kiribû.