‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’ 2020-10-09 14:59:34   MÊRSÎN – Odeya Bijîşkan a Mêrsînê diyar kir k udi şewba koronayê de tedawiya ne zanistî tê sepandin û û polîtîkayên hikumetê yên tenduristiyê rexne kir.    Odeya Bijîşkan a Mêrsînê têkildarî kêşeyên di pêvajoya şewba koronayê de û tevdîrên li dijî koronayê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endama Odeyê Bijîşka Pispor Ayşe Jinî Guneş Keskîn daxuyanî da û polîtîkayên tenduristiyê yên hikumetê rexne kir û ji ber polîtîkayên sist en hikumetê her ku diçe hejmara pêketî û miriyên koronayê zêde dibe.    Keskîn diyar kir k udi şewba koronayê de tedawiya ne zanistî tê sepandin û ev yek rê li ber belavbûna nexweşiyê vedike. Keskîn got ew ê li ser rêça zanistê xebatên xwe bidomînin.