Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin 2020-10-09 15:03:02 STENBOL - Dozger, ji 20 endam û rêveberên ESP û SGDF’ê, xwest 13 kes bên girtin û bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin.  Polîsan li dijî endam û rêveberên ESP û SGDF'ê operasyon pêk anîbû. Di operasyonê de Hevserokê ESP'ê Şahin Tumuklu û Nûçegîhana ETHA  Pınar Gayip jî di navde 20 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeya 20 kesan bi dawî bû. Dozger, bi daxwaza girtinê 13 kesên ku di navde Tumuklu jî heye bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" sewqî dadgehê kir. Nûçegîhana ETHA Pinar Gayip jî di navde 7 kes serbest berdan.    Kesên ku dozger bi daxqwaza girtinê sewqî dadgehê kirin wiha ne: Hevserokê ESP'ê Şahin Tumuklu, Hevseroka SGDF'ê Alev Ozkiraz, Îbrahîm Gerçek, Zeynep Gerçek, Yaren Tuncer, Huseyîn Îldan, Çinar Altan, Omer Sînan, Hidir Yilmaz, Birkan Polat, Nazli Yoyler, Neslihan Duran, Azze Avşar.