Hindik maye kuafor jî îflas bikin 2020-10-10 09:06:35 ENQERE - Kuaforên ku berên xwe bi dolaran dikirin hindik mane top bavêjinç Kuafor Mete Ozdemîr got: "Wezîrê me dibêje 'çi îşê me bi dolar e' lê em bereke bi 2 TL'yan bi 12 TL'yan dikirin."  Ji ber kûra dowîzî ku her diçe zêdetir dibe sektora kuaforan jî hindik maye top bavêje. Tê diyarkirin ku ji sersalê heya niha li Enqereyê zêdetirî 200 kuafor dikanên xwe girtine.    Kuafor Mete Ozdemîr ku 32 sal in kuafortiyê dike anî ziman ku di dema karantînayê de tu kesî aliyê wan nekiriye, berevajî pir zehmetî kişandine. Ozdemîr, anî ziman ku kirêya wî 2 hezar û 500 TL ye û got: "Di du meh û nîvan de ev dike 7 hezar TL  û stopajê jî lê zêde bike, dike nêzî 10 hezar TL. Bêyî tiştek bi destê me bikeve me ev da dewletê û maldaran. Min cihê xwe girtibû û hemû fîşên wê kişandibûn. Lê dîsa jî fatûreya ceryana min 191 TL hat."    Ozdemîr, diyar kir ku ji ber krîzê kuafor dikanên xwe digirtin û got: "Hevalekî min ê ku zêdetirî 30 saln ev kar dikir, dev ji kuafortiyê berda çû li Taxa Yeniyê li stargeha heywanan dest bi kar kir. Em dibistanê vî karî dixwînin û bi salan dixebitin. Lê ne dewlet ne jî ên din vê yekê nabînin. Axirê em jî debara mala xwe dikin."    Ozdemîr, da zanîn ku pêşgîrên ku ji bo carekê tên bikaranîn berê bi 2 lîre û nîvan dikirîn, lê belê niha bi 12 lîre û nîvan dikirin û got: "Wezîrê me dibêje 'çi îşê me bi dolar e' lê em bereke bi 2 TL'yan bi 12 TL'yan dikirin."    JI SEDÎ SED BIHA BÛN    Îsa Ûygûn jî 16 sal in kuafortiyê dike. Ûygûn jî diyar kir ku di dema pandemiyê de dewletê qet alîkariya wan nekiriye û got: "Hin roj hene em bê serfetih dikanê digirin. Berê me lepik bi 15 lîreyan dikirî, niha em bi 45-60 lîreyî dikirin. Hema bibêje her tişt ji sedî sed biha bûne." Ûygûn, diyar kir ku di 3 mehên karantînayê de tu kar nekirine û got: "Dikan a min e, lê dîsa jî min zehmetî kişand. Heger bi kirê bûna, niha min jû zû de girtibû. Gelek ji me bi kerdiyan lis er pêyan e. Hîn me heqê wan nedaye. Gava em bidin em ê pir zehmtiyê bikişînin. Heger wisa dewam bike em ê dikana xwe bigirin. Em dixwazin dengê me bê bihîstin."    BANDORA DOLAR    Kuafor Selîm Akilli jî 27 sal in vî karî dike. Akilli, da zanîn ku ji ber dolar fiyetê berên wan du qat zêde bûne û got: "Bereke ku fyetê wê bi 5 dolaran e bi 20 TL'yî ji me re dihat, lê niha bûye 50 TL. Her tişt du qat biha bûye."    Akilli, anî ziman lê belê ew heqê karê xwe zêde nakin û got: "Ji ber vê jî di bêrîka me de pere namîne. Em tenê debara xwe dikin."    MA / Eylem Akdag