Gundî li benda çêkirina rê ne 2020-10-10 09:07:59 SÊRT - Li Sêrtê rêya gelek gundan nayên çêkirin. Welatiyan bertek nîşan da û gotin a tê kirin cihêkarî ye û xwestin rojek berî rojekê rêyên wan bên çêkirin.  Rêya gundê Kanîmirê û Kozikê yên girêdayî navenda Sêrtê, rêya gundê Cefanê, Xalibiyê, Kubanê û Ewtê û rêya mezrika Bêlekê yên navçeya Misirci nayên çêkirin. Welatiyan bertek nîşan da û xwestin rojek berî rojekê rêyên wan bên asfaltkirin.    'MA ÇÎ ME KÊM E'   Şêniyê mezrika Bêlekê Yasîn Balikçi, anî ziman ku zivistanê ji ber heriyê û berfê nikarin biçin û bên. Balikçi, bilêv kir ku ji ber projeya Bendava Ilisûyê di salên 1970'yî de çûne cihê nû û gotî ji wê rojê heya niha rêyên wan nehatine çêkirinç Balikçi got: "Bi salan e em li benda çêkirina rêya gund in. Ma çî vî gundî ji yênd in kêm e? Heya qereqolê çêdikin, lê jê pê ve çênakin. Tenê ne yê me rêyê gundên derdorê gişa wisa ye. Madem bacê ji me distşni  nexwe bila rêya gundê me jî çêbikin."    Şêniyê gundê Xalibiyeyê Abdulselam Ozcan jî anî ziman ku ji ber rê xerabe ne wesayîtên wan jî xera dibin û got, madem bacê didin nexwe divê rêyên wan jî bên çêkirin.    Ozcan got: "Ne tenê rêya gundê me, em dixwazin rêya hemû gundan çêbikin. Dema çandiniyê em zehmetiyê dikişînin. Dema bacê tê em nahêlin roj di ser re derbas bibe, em didin. Naxwe çima bi salan e rêyên me nayên çêkirin."    Şêniyê gundê Kubanê Suleyman Aydin ê 52 salî jî bilêv kir ku bi salan e rêya wan nehatiye asfaltkirin û got: "Ma çî me ji gundên din kêm e? Em dixwazin ev perîşanî biqede. Wesayît nikarin di vê rêyê de biçin. Mecbûr divê wesayîtên araziyan bin."    Şêniyê gyndê Cefanê Mehmet Başaran jî got: "Petêxê herî baş ên herêmê li Belekê û Cefanê şîn tên. Lê ji ber rêya me tuneye û ji ber mesref zêde diçe ev çend sal in em petêxan pir danaynin. Rê heta gundê Doganlarê asfalt e. Lê jê pê ve qey welatekî din ku rê nayê çêkirin?"