Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin 2020-10-10 09:58:27   AMED – Parêzer Merve Nûr Dogan a li Amedê hat binçavkirin bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hat girtin.    Parêzer Merve Nûr Dogan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku hatibû destpêkirin di 7’ê cotmehê de dema diçû buroya xwe ya parêzeriyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Dogan duh piştî karûbarên li emniyetê birin Edliya Amedê û îfade da dozger û dadger. Dadger bi îdiaya ku Dogan “endama rêxistinê ye” da girtin. Dogan şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.