Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin 2020-10-10 10:08:54 ENQERE - Rêxistinên demokratîk û malbatên kesên di komkujiya GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, bi boneya komkujiyê şermezar bikin û kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin li GAR'ê meşek li dar xistin. Dema girsê li qada GAR'ê dest bi meşê kirin polîsan êrîş kirin û 11 kes binçav kirin.   Malbatên kesên di komkujiya GAR'a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û nûnerên rêxistinên demokratîk di derketina Ulus Metroyê dekom bûn û xwestin bimeşin Qada GAR'ê ya komkujî lê pêk hat. Di çalakiyê de malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, parlamenterê CHP'ê Murat Emir, Wekilê HDP’ê Kemal Bulbul û Mehmet Rüştü Tiryakî ji amade bû. Dema girsê dest bi meşê kir polîsan girse asteng kir. Lê girsê di meşê de israr kir û xwest bimeşin. Dema girsê dest bi meşê kir polîsan êrîşî girsê kir û 11 kes binçav kirin. Malbatên ku polisan êrîşî wan kir li qadek din kom bûn û daxuyanî dan. Malbatnan anîn ziman ku polîsan bi hinceta pandemiyê destûr nedaye. Polîs disa bang li malbatan dikin ku belav bibin. Lê malbat jî bidirûşmeyan helwesta polîsan û komkujiyê şermezar dikin. Girse bê navber dirûşmeyên “Dewleta qatil dê hesab bide" û “10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîr kirin" berz dikin. Malbat bi zincîra mirovan çalakiya runiştinê li dar xistin û çalakiya xwe berdewam dikin.