Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye 2020-10-10 10:22:51 STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, diyar kir ku 6 meh qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dayîn, dewama komployê ye û got: “Bi vê biryarê paradigmaya Ocalan a ku pêşkêşî gelan kiriye, di hedefê de ye.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de, bi organîzasyoneke navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Bi ser teslîmkirina Ocalan re 22 sal derbas bûn. Ocalan ji roja ku di Girtîgeha Îmraliyê de hat hepiskir û heya roja îro, dibin tecrîdek giran de ye. Ligel vê tecrîda girankirî, herî dawî di 23’yê Îlona 2020’an 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran ji bo Ocalan hat dayîn. Dadgeha Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê, bi hinceta cezayên hucreyê yên di navbera salên 2005-2009’an û “Nexşerêya” ji 156 rûpelan pêk tê, ya ku Ocalan di sala 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) kiribû, cezayê hefîtinê li Ocalan birî.     Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, komploya 9’ê Cotmehê û 6 meh cezayê hêvdînê ya parêzeran nirxnadin.   ‘KOMPLOGER TEŞHÎR BÛNE’    Ûgûrlû, anî ziman ku hêzên navneteweyî ji bo ku çareseriya pirsgirkê kurd nemîne û tevgera siyasî ya kurd tesfiye bibe, komploya li dijî Ocalan pêş xistin û wiha axivî: “Ocalan çawan teslîmî Tirkiyê hat kirin, xistin Girtîgeha Îmraliyê û xwestin bi şert û mercên tecrîda girina vîna wî teslîm bigirin. Lê ligel ku ev 22 salin tecrîda girankirî dewam dike jî, nekarin vîna Ocalan bişkînin. Êdî kêşe û pirsgirêka gelê kurd, bûye pirsgirêkek navneteweyî. Di nava pêvajoya heyî de, êdî dewletên neteweyî mîladên xwe tije kirine. Tu tiştekê wan ên bidin gelan nemaye û di nêrîna gel de bi her awayî teşhîr bûne.”   ‘BU SEDEM KU SIYASETA ŞER KÛRTÎR BIBE’   Ûgûrlû, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd, tê wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn û wiha got: “Komplo bû sedem ku siyaseta şer a li Tirkiyeyê kûrtir bibe û bi awayekê pergalî dewam bike. Bi vê pêşiya azadbûyînê û demokratîkbûyînê hat girtin. Pêşiya azadbûna Rojhilata Navîn girt û Rojhilata Navîn ket bin dagirkeriyeke giran a pergala kapîtalîzmê. Di nava 22 salên derbasbûyî de, her ku çû pergal sivik bû û veguherî binyadeke faşîst.”   ‘BANDORÊN TECRÎDÊ PIR GIRANIN’   Ûgûrlû, bal kişand ser bandorên tecrîdê yên li ser gel û wiha bilêv kir: “Polîtîkayên tecrîdê yên 22 salin dewam dikin, bandorekê gelek giran li gel kir. Her ku polîtîkayên tecrîdê hatin girankirin, gelên Tirkiyeyê hîn zêdetir rastî zextên rejîmê hatin. Ev jî bû sedem ku hişmendiya nijatperest, şovenîst, dijminantiya xwezayê û netewperest di nava gel de pêş bikeve. Dîsa polîtîkayên cihêkar civak ji hev cuda kir.”   ‘QEDEXE TÊ WATEYA ZÊDEBÛNA ZEXTAN’   Ûgûrlû, da zanîn ku qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo Ocalan hat dayîn, tê wateya ku wê êrîş zêdetir bibin û wiha pê de çû: “Bi vê qedexeyê xuya dike ku desthilatdarî wê zextên xwe yên li ser hêzên demokratîk zêdetir bike. Va ye em her roj dibînin, binçavkirin û girtin derketine asta herî jor. Di heman demê de ev qedexe ji komployê ne serbixwe ye. Ev qedexe dewama komploya ku bi salane dewam dikeye. Bi vê biryarê paradigmaya Ocalan a ku pêşkêşî gelan kiriye, di hedefê de ye. Di xwazin vê  paradîkmayê ji holê rabikin.”   ‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ KOMPLOYÊ DERKEVIN’   Îdîl Ûgûrlû, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin, ciwan û gel bi awayekê bi hêz, bertekên xwe yên li dijî vê komployê nîşan bidin. Lazime ku her kes li hemberî komployê derbikevin û ji bo avakirina jiyana nû têbikoşin.”    MA / Erdogan Alayûmat