DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin 2020-10-10 11:31:46 ENQERE - DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê têkidlarî Komkujiya 10’ê Cotmehê daxuyanî dan û gotin: “Em ê vê axê ji bîranîna komkujiyan û cînayetên fail nediyar derxin û bi aştî û demokrasiyê tacîdar bikin.”    Konfedarasyona Senîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) derbarê Komkujiya 10’ê Cotmehê ya 2015’an de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin heta berpirsên komkujiyê dernexin holê û kiryarên esil neyên darizandin dê dosyeya 10’ê Cotmehê neyê girtin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 130 însan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan însan birîndar bûn û wiha hat gotin: “Em ê vê axê ji bîranîna komkujiyan û cînayetên fail nediyar derxin û bi aştî û demokrasiyê tacîdar bikin. Wê hêrsa me her tim zindî be. Em ê her tim hevrêyên xwe û 103 qerenfîlên xwe bibîr bînin.”