Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn 2020-10-10 13:06:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo kesên di Komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiyên bîranînê yên li goristanan pêk hatin de, hat diyar kirin ku AKP’ê zemîna komkujiyê amade kir û bertek nîşanî ne darizandina berpirsiyaran hat dayîn.  Di salvegera Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Meydana Gara Enqerê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat de, kesên di komkojiyê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran hatin bibîranîn.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê çalakiya bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de, pankarta “Em ê Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekin, nedin ji bîr kirin” hat vekirin û wêneyên 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn hatin hilgirtin. Ji bo ku qûrbaniyên komkujiyê, deqeyek rêz hat girtin û dirûşmeyên “Bijî aştî”, “Destên dirêjî aştiyê dibin bişikin” û “10’ê Cotmehê ji bîr neke, ne de ji bîr kirin” hatin berzkirin.    Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn, di bîranînê de axivî û wiha got: “Di 10’ê Cotmehê de, bi heviya aştiya gelên Tirkiyeyê me ber bi Enqerê ve ketin rê. Lê ev hêvî qetil kirin.”    Hevberdevka Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Gonul Adibelî jî, diyar kir ku li dijî kesên li hemberî şer derketin û gotin aştî êrîş pêk hat û wiha got: “Kesên şer dixwazin û xwe li ser rageşiyê, kaosê û cudakariyê xwedî dikin, ev komkujî pêk anîn.”    Piştî daxuyaniyê, ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, nepoxên spî hatin firanadin.   LI GORISTANAN BÎRANÎN    Li Stenbolê jî, kesên jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dayîn, li ser gorên xwe yên li Sultangaziyê, Gaziosmanpaşa, Esenler, Eyup, Faîh, Arnavutkoy, Bayrampaşa, Sariyer, Beşiktaş, Şîşlî, Beyoglu, Kagıithane û Zeytinburnuyê hatin bibîranîn. Rêveber û endamên rêxistînên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajar û navçeya û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.    Endamê MYK’a HDP’ê Ferhat Encu û endamên Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaet-Îş) beşdarî bîranîna Serdar Ben ê li Goristana Gazî hat bibîranîn. Di bîranînê de pankarta “Şerê me hê ne qediyaye, dewam dike…” hat vekirin.    'AKP’Ê ZEMÎNA KOMKUJIYÊ AMED KIR’   Endamê MYK’a HDP’ê Ferhat Encu, diyar kir ku berpirsê komkujiyê desthilatdariya AKP’ê ye û wiha axivî: “Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê xwe li ser şer, kîn, cudakarî û rijandina xwînê xwedî dike.”   ÎHD: DIVÊ BERPIRSIYAR BÊN DARIZANDIN   Şaxa Komeleya Mafê Mirvan (ÎHD) ya Stenbolê jî, derbarê komkujiyê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê CHP’ê Tûran Aydogan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûnê. Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yurtsever, bal kişand ser hêzên komkujî pêk anîn û wiha got: “10 roj berî komkujiyê, ixbar hatibû kirin. Lê hêzên ewlekariyê pêşiya vê komkujiyê ne girtin. Bi zanebûn ev komkujî pêk anîn. Divê kesên di nava dewletê de cih digirin bên darizandin.   Piştî daxuyaniyê, pankarta “Di sala 5’emîn de, me Komkujiya 10’ê Cotmehê Gara Enqerê ji bîr nekir,  nedin ji bîr kirin! Emê teslîmî taritiyê nebin” bi pencereya ÎHD’ê ve hat kirin.   WÊ KOMKUJIYÊ NEDIN JI BÎR KIRIN    Li Îzmîr û Manîsayê jî, rêxistinên civaka sivîl û demokratîk bi heman armancê çalakiyên bîranînê li dar xistin, xwestin berpirsên komkujiyên bên darizandin û peyama ewê komkujiyê nedin ji bîr kirin dan.    EDENE   Li Edenê jî, saet 10.00’an li ber Gara Trenê bîranîn hat lidarxistin. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, rêveberên DÎSK, KESK, Baroya Edenê, Odeya Bijîşkên Edenê, TMMOP, HDP, EMEP, ESP, SYKP, Partiya Çep, Maa Gel û CHP’ê beşdarî bîranînê bûn. Berdevka Demî ya Platforma Şaxa KESK’ê ya Edenê Fatma Sariogûz Guney, daxuyanî da û wiha got: “Heya ku bersûcên komkujiyê neyin darizandin, ewê destûr nedin ku dosyeya 10’ê Cotemehê bê girtin.” ‘ZAROKÊN ME AŞTÎ DIXWESTIN’ Dayika Dîlan Sarikaya ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Neslîgul Sarikaya jî, got: “Gelo çima ev êş bi me dan jiyîn. Ma em dijminê wan bûn. Me aştî dixwest. Zarokên me aştî dixwestin. Ma kî aştiyê naxwaze. Ger bixwestna dikaribûn pêşiya vê komkujiyê bigirin.” Dayika Şebnem Yûrtman a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Şafak Yûrtman jî, bal kişand ser komkujiyê û wiha axivî: “Dema ku Şebnem çû wê derê hîna 23 salî bû. Biçûka malê bû. Digot ‘aştî,’ digot ‘demokrasî.’ Di got ‘bila cudakariya Kurd û Elewiyan neyê kirin. Em hemû bi hevre guvendê bigerînin.’ Gelo çiya vê sûc bû? Çi gunehê wan hebûn? Bombe avêtin wê derê û fîdana min ji min girtin. Êdî dest ji vê cihêkariyê berdin. Biraya Fevzî Sert Saadettîn Sert jî, diyar kir ku qatilan ji Dîlokê heya Gara Enqerê dest û milên xwe hejandin û çûn wê derê û pirsa, “gelo ev çawan çû wê derê?” kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan jî, dest nîşan kir ku berpirsiyarê esasî yê komkujiyê hikumet û dewlet bi xwe ye.   HATAY Hêzên Ked û Demokratiyê yên Hatayê jî, gora Necla Dûran a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ya li Goristina Aşagiokçûlarê ziyaret kirin û bi bîr anîn. ANTALYA Li Antalyayê jî, Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber Birdariya Attalos hatin gel hev û deqeyek rêz girtin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven û nûnerên partiyên siyasî beşdarî bîranînê bûn. ÊLIH Meryem Bûlût û Mûhammet Veysel Atilgan ên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest da bûn li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, parazvanên mafên mirovan û rêxistinên kedê yên beşdarî bîranên bûn çîçek danîn ser gorên wan. Kesên tevlî bîranînê bûn, dûre derbasî goristana Kercewsê bûn û Mûhammet Veysel Atilgan li ser gora wî bi bîr anîn. ŞIRNEX Li navçeya Cizîr a Şirnexê, KESK û HDP'ê ve 103 kesên di Komkujiya Gara Enqerê de jiyanên xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya KESK'ê  hat dayîn. Endamên SES'ê û Egîtîm-Senê  tevlî bûn. Daxuyaniya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm-Sen û Berdevkê serdêmê yê KESK'ê Nîzam Kaplan ve hat xwendin.  Kaplan, kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û got:" Em ê hêrsa xwe zindî bihêlin û heya ku  berpirsiyarên bûyerê tên cezakirin em ê tebikoşîn û hesab bipirsîn. Kesên ku di komkujiya 10 cotmehê de  rol lîstin, yên ku wezîfa xwe paşguh kirin, rê dan ber qetlîamê û ferman dan, werin darizandin û cezayê ku heq dikin negirin em ê dev ji têkoşînê bernedîn. Em ê nehêlin komkujî were ji bîr kirin. Em ê teqez hesabê hevalên xwe yên ku hatin qetilkirin bipirsîn."   'EM Ê JIBÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN'   Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê jî li ber avahiya xwe bi tevlîbûna rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyê bi daxuyaniyekî kesên ku komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Daxuyaniya ku ji hêla Hevserokê HDP'ê yê rêxisyina Cizîrê Ûzeyîr Kilinc ve hatî xwendin wiha hat gotin: "Em ê ne rawestin, heya ku hemû berpirsiyar tên darizandin û ji wan hesab neyê pirsîn em ê dev ji têkoşîna lêgerîna xwe ya edeletê bernedîn. Em kesên ku jiyana xwe ji dest dan, di 5'emîn salvegera wan de bi bîr tînin. Em ê tu carî ji bîr nekin û em ê nedin ji bîr kirin."   BAJAR BI BAJAR BI BÎR ANÎN    Di heman demê de li Hatay, Enqere, Semsûr, Riha, Erzîncan, Dersim, Wan û Xerpetê jî bi boneya 5'emîn salvegera komkujiyê, çalakî û bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de, hat dest nîşan kirin ku êşa komkujiyê weke roja ewil zindiye û hat xwestin ku komkujî bê ronîkirin û kujer bên cezakirin.