Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband! 2020-10-10 13:28:28   WAN  Serdozgerê Komarê yê Wanê Oguzhan Donmez parvekirinên twîtterê yên malpera înternetê Van Postasi ya “tetikkêşiyê” dike û rojnamevanên di binçavan de bûn hedef nîşan da eciband.    Nûçegihanên ajansa me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala duh ji aliyê DadgehaWanê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnamevan di binçavan de bûn malpera bi navê Van Postasi ya ku “tetikkêşiyê” dike, ji dosyeyê “agahiyan” bi dest xistiye û hedef nîşan daye. Parvekirinên twîtterê yên vê malpera tettikkêş ku rojnamevanan hedef daye nîşandan ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Wanê Oguzhan Donmez hatin ecibandin.    Malpera tetikkêş bi sernavê “Li Wanê 6 kes çima hatin binçavkirin? Vane rastî û derew…” ji dosyeyê agahî girtine û xwedîgiravê nûçe çêkiriye. Dozger Ogûzhan Donmez jî xwedîgiravê biryara sînorkirinê ango biryara “nepeniyê” danîbû ser dosyeyê. Tevî vê yekê jî vê malpera tetikkêş “agahiyan” parve kiriye.    ROJNAMEVAN TAKVA JÎ KIRIN HEDEF    Rojnamevan Rûşen Takva yê ku li Wanê xebatên xwe yên rojnamevaniyê dike li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn nîşan da. Vê malpera tetikkêş vê carê rojnamevan Takva kir ber tora xwe û hedef da nîşandan. Takva diyar kir ku tevî wî gelek caran derbarê kesê wî hedef nîşan daye de gilî kiriye jî lê tu muameleyek ji bo wî nehatiye kirin. Takva bertek nîşanî kirinên vê malperê da û “rojnamevanek” çawa dikare ji dosyeya “nepen” agahiyan bigire ji pirs kir û got: “Agahiya rojnamevan bi îdiaya ‘endamên rêxistina terorê’ ne hatine binçavkirin çawa dane wê rojnameyê. Herw iha Serdozgerek çawa dikare twîtên maleperek wiha ku derbarê dosyeyê de agahî dane biecibîne?”