Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin 2020-10-10 13:49:23   STENBOL – Baroya Stenbolê jî xwest kongreya xwe li Navenda Kongreyêy a Halîçê li dar bixe. Lê ji aliyê polîsan ve hêceta koronayê hat astengkirin.    Baroya Stenbolê xwest kongreya xwe li Navenda Kongreyêy a Halîçê li dar bixe. Polîsan bi hêceta biryarnameya Wezareta Karên Hundir a derbarê tevdîrên koronayê de girtiye li dar xistina kongreyê asteng kir. Parêzer li ber Şaredariya Beyoglû ya berê kom bûn û heta Navenda Kongreyê ya Halîçê meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “parastin nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. Polîsan li ber Navenda Kongreyê parêzeran rawestanda û ji wan re ragihandin ku destûr nadin li dar xistina kongreyê.    Parêzeran li ber Navenda Kongreyê daxuyanî dan û destûr nedayîna li dar xistina kongreyê şermezar kirin.