Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome 2020-10-10 14:17:58   STENBOL – Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir ê ku eskeran ew di 13'ê Îlona 1980’an de binçav kirin û winda kirin bibîr anî. Birayê Cemîl, Mikail Kirbayir ji anî ziman ku di ser windakirina Cemîl re 40 sal borîn û wiha got: "Di 40 salan de ew qas hikûmet hatin avakirin û têk çûn. Îqtîdaran dest guhert, lê hêj hişmendiya 12'ê Îlonê didome û nehatiye guhertin."    Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, çalakiya xwe ya şemiyê di hefteya 811'an de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber Covid-19 disa daxuyaniya xwe li ser medya înternetê parve kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13'ê Îlona 1980’an de eskeran ew binçav kirin û winda kirin pirsîn.    ’HIŞMENDIYA 12'Ê ÎLONÊ DIDOME'   Ewil Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir, aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13'ê Îlona 1980’an de eskeran ew binçav kirin û winda kirin pirsîn û wiha got: “Di 8'ê Cotmeha 1980'an de piştî lêpirsîna wî bi dawî bû, birayê min Cemil Kirbayir qetil kirin. Di ser qetilkirina birayê min re 40 sal borîn. Di vê demê de ew qas hikûmet hatin û çûn, ew qas îqtîdar hatin guhertin. Lê tenê tiştek nehat guhertin. Der barê aqubeta windayan de tişt nehat guhertin û hişmendiya 12'ê Îlonê nehat guhertin.    'SOZA WE DA PÊK BÎNIN'   Xwişka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jî anî ziman ku 40 sal berê Cemîl binçav kirin û wiha got: "Em li her derê geriyan. Me serî li her derê da. Em bang li Serokomar dikin ku vasiyeta dayika min pêk bînin. Soza ku dan me bila pêk bînin. Bila dayika min di gora xwe de rehet razê. Hestiyên me bidin û bila dayik negirîn."    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî anî ziman ku piştî Kirbayir binçav bû malbatê carek din ew neditin û wiha got: "Dayikên Şemiyê di sala 2010'an de bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan bi dayikan re hevdîtin kir. Serokwezîr soz da dayikan ku dê pirsgirêkê çareser bike. Soza herî mezin da dayika Berfo. Got 'Ez ê kurê te bibînim' Piştre li meclîsê raporek amade kirin. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê gihişt qeneeta ku Cemîl Kirbayir di bin çavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin û rapor amade kir. Piştî wê Dozgeriya Qersê lêpirsin da destpêkirin. Berê jî hat dîtin ku dozger lêpirsîn dest pê kiriye, lê tiştek nekiriye. Der barê bûyerê de biryara neşopandinê dan û agahî nedan malbatê. Di sala 2011'an de lêpirsinek nû dan destpêkirin. Bi dehan caran me daxwaz kir, lê tu kar û barê lêpirsînê nekirin. Em dibên ku rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bibin. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye."    Piştre Keça Îlhan Erdost a di sala 1980’an de bi îşkenceyê hat kuştin Alaz Erdost daxuyanî da. Erdost, anî ziman ku Kirbayir xwendekarê Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê bû û wiha got: "Piştî darbeya 12'ê Îlonê di 13'ê Îlona 1980'an de li Gundê Okçu yê Erdexanê eskeran bi ser malê de girtin û binçav kirin. Cemîl li 9'emîn Fermandariya Rêveberiya Kolordu ya Qersê de di bin çavan de hat girtin. Di roja 25’emîn de gotin 'Neyên vir kurê we fîrar kiriye. Bav Îsmaîl Kirbayir serî li hemu rêyan da. Lê hemû serlêdan bê encam man. Carek din agahî negirtin."