HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir 2020-10-10 15:09:13   WAN - Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê girtina 4 rojnamegerên ku nûçeya 2 welatiyên ku ji helikopterê avêtibûn çêkirin û hatin girtin, şermezar kir û gotin: “Ji ber rastî anîn ziman hatin girtin."    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Wanê, têkildarî komkujiya 10'ê Cotmeha 2015’an ku DAIŞ'ê pêk anî û 103 mirov hatin kuştin  û girtina 4 rojnamegerên ku ji ber nûçeya 2 welatiyên ji helikopterê hatin avêtin çêkirin, daxuyanî dan. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê têkildarî girtina Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bilen, Cemîl Ugur û Nûçegîhana Jinnewsê Şehriban Abî û Rojnamegere Nazan Sala daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Rêxistina HDP'ê xwest li derve daxuyaniyê bide. Lê polîsan bi hinceta qedexeya walî heye destûr neda. Rêveberên HDP'ê li baxçeyê avahiyê daxuyanî dan. Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiuye kirin jî amade bû. Li ser navê rêxistina DBP û HDP'ê yên Wanê, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Çetin Uyar daxuyanî da û got: "Kesên di komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de cihê xwe girtine, di komkujiyên li Pirsûs û GAR'a enqereyê de rûyê xwe aşkere kirin. Kesên ji bo aştiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kom bûn, bi bombeyan ew belav kirin. Kesên dengê aştiyê bombe kirin em wan şermezar dikin."    'JI BER RASTÎ ANÎN ZIMAN HATIN GIRTIN'    Uyar, bal kişand ser girtina 4 rojnamegeran jî û got: “Hevalên me yên kedkarên çapemeniyê ji ber ku rastî anîn ziman hatin girtin. Girtina rojnamegeran darbeya li dijî demokrasiyê ye. Wan rastî anîn ziman. Em girtina wan şermezar dikin. Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin."    Komê piştre bi hevre dirûşmeyên “li dijî faşîzmê mil bidin mil" û “Bijî berxwedana Îmrali yê” berz kirin.