Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye 2020-10-10 15:28:45   STENBOL - ÎHD’ê, diyar kir ku girtiya nexweş a 57 salî Mûhlîse Karaguzel, bi riska ku felç bimînê re rûbirû ye û xwest tavilê bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, mîna her heftê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a 446’emîn, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19)  li ser medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş a 57 salî Mûhlîse Karaguzel a nexweşiyên weke şeker, diyabet, tansiyon, astim û fitiqa piştê perê hene.    Endama Komîsyonê Meral Nergîs Şahîn, daxuyanî xwend û got: “Li girtîgehan, bergiriyên li dijî vîrûsa koronayê tên girtin pir kêmin. Ji ber şert û mercên girtîhan, girtiyên nexweş her roja diçe bêtir nêzî mirinê dibin.”    RÎSKA FELÇBÛNÊ DIJÎ   Şahîn, nexweşiyên girtiya nexweş a 57 salî Mûhlîse Karaguzel bibîr xistin wiha axivî: “Karaguzel ji ber fitiqa pişte, di rabûn û rûniştinê de zarokan dikêşe. Bi zorê nefesê dide û distîne. Bijîşk ji Karaguzel dibêjin ger neyê emeliyat kirin, dibe ku felç bibe. Yanî Karaguzel niha bi rîska felçê re rûbirû ye. Di heman demê de nexweşiyên Karaguzel ên kronîk jî hene. Ev saleke girtiye û hîna 7 sal cezayê wê ma ye ku derkeve derve. Bêyî ku jiyana wê bikeve xeteriyê û felç bimîne, em dixwazin ku tavilê bê berdan. Niha gelek girtî di heman rewşê dene û bi talûkeya mirinê re rûbirû ne. Beyî ku tiştek bi van girtiyan were, divê bên berdan.”