Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin 2020-10-10 16:06:13 ENQERE - 11 kesên di bîranîna Komkujiya Gara Enqerê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Kesên hatin berdan, diyar kirin ku Midurê Şaxa Ewlekariya Enqerê gefa “Em ê we di van kolanan de nedin gerandin” li wan xwariye.    Malbatên kesên di Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û nûnerên rêxistinên demokratîk xwestin serê sibê bernameya bîranînê li dar bixin. Lê polîsan mudaxileyî girseyê kiribû û 11 kes binçav kiribûn. 11 kesên hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Enqerê hat girtin û sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî Mûstafa Kemal a Enqerê hatin kirin, serbest hatin berdan.     Navê 11 kesên hat binçavkirin û berdan wiha ne: “Firat Kaya, Mahmut Demir, Guney Akgun, Mustafa Yaşatir, Şamil Parlak, Doguş Ozdemir, Dogu Kan Bakaç, Zeynep Tan, Zeynep Ulger, Celil Resulluogullari û Selim.”   ‘MIDURÊ POLÎSAN GEF LI ME XWAR’    Şamil Parlak ê li ser navê rêxistinên ciwanan ên Enqerê yên li ber nexweşxanê daxuyanî dan çepmeniyê axivî, wiha got: “Yên ku berî 5 salan em qetil kirin, îro jî êrîşî me dikin û çalakiyên me asteng dikin. Lê ligel vê yekê jî me bîranîna hevalên xwe li dar xist. Midurê Şaxa Ewlekariya Enqerê, îro ji me re dibêje ‘Em ê we di van kolanan de nedin gerandin.’ Bi van gotinan bi awayekê aşkere gefê li me dixwe. Lê bila baş bê zanîn, ev 5 salin em di van kolanan dene. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van qatilan dewam bikin. Ne 5 salan, 50 sal jî derbas bibin em ê li van kolanan bin. Emê her tim li dijî kujeran rawestin. Emê her tim hesabê ji qatilan bipirsin. Emê komkujiyê ji bîr nekin û qatilan jî efo nekin.”   Daxuyanî bi berzkirina “Em ê hesabê 10’ê Cotmehê bipirsin” bi dawî bû.