ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-11 09:00:16   * Ciwanên HDP û DBP'î ji bo xwedîderketina li deklerasyona partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku li Amedê aşkere kiribûn bang kirin: "Deklerasyon ji bo gelan derman e."    * Rojnameger Arîs Nalci, bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiye ya li dijî Azerbaycan û Ermenistan û wiha got: "Azerbeycanê li Ermenîstanê armanca dixwest bi dest nexist. Piştî Rusya bang li herdu welatan kir û agirbest îlan kirin, Tirkiye li dervê sînor hiştin û Tirkiye xistin valahiyê."    * Dayik Bediye Arzûman anî ziman ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Gumuşhaneyê ya Tîpa E'yê bi zext û zoriyan re rû bi rû ne û got: "Kurê min Hamza Arzûman û 2 hevalên xwe tim bi zextan û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin."    * Serokê Giştî yê Gida-Îşê Seyît Aslan, destnîşan kir ku wê bi YEP'ê re tazmînata kidemî û îxbarî ya karkerên di biniya 25 salan û di ser 50 salî re bi temamî ji holê bê rakirin û got, êrîşên li ser mafên karkeran her diçe zêdetir dibin.    * 10 penaberên ku ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Qoserê ve hatine eskeran ew zevt kirine û berê wan dane nav erdên bimayin. Ji evan penaberan 4 jê jiyana xwe ji dest dane. A.J. ku 3 rojan li qereqolê hatiye ragirtin, tiştên hatine serê wî ji dozger re gotin.    * Ozgur Tarhan, Ayşe Karamanê kuştibû. Dadgehê 3 sal û 4 meh ceza li Tarhan birî. Dayik Ferîde Karaman, bertek nîşan da û got: "Mêzêna edaletê şaş bûye. Zilamê ku keça min kuşt, beramberî 25 salan tenê 9 mehan di girtî ma."    * Pismamê Servet Tûrgûtê ku ji helîkopterê hat avêtin û jiyana xwe ji dest da, Mahîr Tûrgût got: "Rojnamevanên ku dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin. Ev bêdengî hêzê dide wan."    * Parêzer Sertaç Çelîkkalelî, diyar kir ku zemînê girtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amade kirin û got: “Ger dadgehên herêmî di vî warî de biryara binpêkirina mafan nedin jî, ez di wê baweriyê de me ku Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME biryara binpêkirinên mafan bidin.”