Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e 2020-10-11 09:02:46   AMED - Ciwanên HDP û DBP'î ji bo xwedîderketina li deklerasyona partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku li Amedê aşkere kiribûn bang kirin: "Deklerasyon ji bo gelan derman e."    Kongreya Civaka demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl di 2'yê Cotmehê de bi dirûşmeya "Em yekîtiya xwe çêbikin, tecrîdê bişikînin, azad bibin" serdemeke nû ay têkoşînê dabûn destpêkirin. Ciwanên HDP û DBP'î bal kişandin ser girîngiya deklerasyonê.    ‘WEKÎ DERMAN E'    Ciwanê DBP'î Metîn yilmaz, diyar kir ku di salên dawî de êrîşên AKP û MHP'ê pir zêde bûne û got, deklerasyona navbirî li dijî van êrîşan hatiye aşkerekirin. Yilmaz, bilêv kir ku ji roja ku AKP bûye îqtidar heya niha "bi kevneşopiya faşît" re bûye yek û polîtîkayên xwe yên êrîşkariyş bi taybetî li hemberî gelê kurd û bi giştî li hemberî tevahiya civaka Tirkiyeyê bi kar tîne. Yilmaz, destnîşan kir ku dînamîkên şoreşger jî li dijî van polîtîkayan her tim têdikoşin. Yilmaz got: "AKP, faşîzmeke yekbûyî pêk tîne. Nikare bi tena serê xwe hereket bike. Baş dizane nikare bi têkoşîna şoreşger a bi pêşengiya gelê kurd serî derxîne. Ev dînamîka şoreşger her tim xwe diparêze û mezin dike û darbeyên mezin li îqtidara AKP'ê xistin. Her diçe AKP hem li welêt hem jî li derveyî welêt bi tenê dimîne. Ev jî bi saya vê dînamîkê pêk hat. Lewma di pêvajoyeke wiha de aşkerekirina deklerasyoneke bi vî rengî wekîd erman e."    DEMA AŞKEREKIRINA DEKLERASYONÊ    Yilmaz, bal kişand ser êrîşên îqtidara AKP û MHP'ê û dema aşkerekirina deklerasyonê ya li dijî van êrîşan û got, deklerasyona hatiye aşkerekirina pêngaveke şoreşger e. Yilmaz got: "Li dijî hemû dînamîkên civakê, reng û dengên civakê êrîşek heye. Deklerasyon bal dikişîne ser van êrîşan û yekîtiya li dijî van êrîşan. Deklerasyon, li dijî AKP'ya ku dixwaze me bê hemle bihêle bangawaziyeke xurt a demokratîk e."    RUHÊ ŞOREŞGERIYÊ    Yilmaz, destnîşan kir ku deklerasyon li herêmê xwedî wateyeke ji bo yekîtiyeke neteweyî û li Tirkiyeyê jî bangwaziyeke ji bo yekîtya bloka demokratîk. Yilmaz, ji bo xala tecrîdê ya di deklerasyonêde jî got: "Birêz Ocalan li dijî faşîzmê bang li şoreşgeran û gelan kiriye ku bibin yek. Têkoşîna wî her tim li ser vî asasî ye. Kesek her tim ji bo demokratîkbûyînê bag dike, lê belê tê tecrîdkirin. A rast tecrîdkirina wî diyar dike ku tê xwestin ruhê demokratîk û şoreşgeriyî bê tunekirin. Kesekî ku li dijî modernîteya kapîtalîst rêbazên alternatîf datîne holê tê tecrîdkirin. fikrên wî tên tecrîdkirin. A li me dikeve jî em van fikran pêk bînin û yekîtiya neteweyî pêk bînin."    YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Her wiha Yilmaz, destnîşan kir ku deklerasyon xîtabî ciwanan jî dike û got, lewma ciwan hay ji berpirsiyariya xwe hene. Yilmaz, anî ziman ku ew ê her tim polîtîkayên AKP'ê yên dixwaze ciwanan tune bike, xwezayê tune bike, jinan dikuje û ciwanan dejenere dike û civakîbûyînê tune dike deşîfre bikin. Yilmaz, destnîşan kir ku AKP her tim ji ciwanan ditirse û got: "Em ê yekîtiya neteweyî pêk bînin. Em ê bi hemû kesên azadîxwaz re bibin yek."    BANGAWAZÎ JI BO TÊKOŞÎNÊ    Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Betul Unsal jî destnîşan kir ku deklerasyon li dijî îqtidara AKP-MHP'ê derketiye holê. Unsal, bal kişand ser armanca "em tecrîdê bişikînin" ya di deklerasyonê de jî û got, heger tecrîd bê şikandin wê gel karibin bi hev re bijîn û wê bi rihetî karibin bêhnê bistînin. Unsal ji bo pergala tecrîdê ya Îmraliyê jî got: "Pergala tecrîdê, heta pergala tunekirinê ewilî li Îmraliyê pêk hat. Dû re ev pergal li Krudistanê û li tevahiya Tirkiyeyê tê pêkanîn. Di navenda tevahiya polîtîkayên îqtidarê de Îmrali heye."    Unsal, destnîşan kir ku wê li dijî êrîşên topyekûn ên îqtidarê wê ciwan jî li her derî bibin yek û bersivê bidin û got, wê rol û rista pêşengiyî ku gel li ciwanan bar kiriye hem li herêmê hem jî li tevahiya Tirkiyeyê bê pêkanîn. Lewma Unsal bang li ciwanan kir ku li dor deklerasyonê bibin xelek.    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol