Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe 2020-10-11 09:08:42 ENQERE - Ozgur Tarhan, Ayşe Karamanê kuştibû. Dadgehê 3 sal û 4 meh ceza li Tarhan birî. Dayik Ferîde Karaman, bertek nîşan da û got: "Mêzêna edaletê şaş bûye. Zilamê ku keça min kuşt, beramberî 25 salan tenê 9 mehan di girtî ma."    Bijîşkê Pispor Ozgur Tarhan teknşkera anesteziyê Ayşe Karamanê kuştibû. Dadgehê di danişîna biryargirtinê de 3 sal û 4 meh ceza li Tarhan birî. Dadgehê di cezabirînê de "rewşa baş" a Tarhan esas girt û bi sûcê "kuştina bi zanebûnî" tenê 3 sal û 4 meh ceza birî.   Dayik Ferîde Karaman bertek nîşanî biryarê da û got, wê îtiraz bikin. Karaman, xwest dadgerê ku biryar day bê lêkolînkirin û got: "Jixwe ji serî de bialîgirî tev digeriya. Ên vî zilamî diparêzin kî ne, çawa tê parastin? Ma edalet li gor dadger û dozgera ye yan li gor kujeran e?"    Karamanê got: "Belkî jî Ayşeyê gelek tişt dizanibûn. Lê hat kuştin. Ma gava mirovek bê serê min diêşê, demar tên vekirin? Kesên bi hiqûqê nizanibin jî wê bipirsin 'Te ji bo çi ew demar vekir?' Ew bixwe qebûl dike. Dibêje, 'Min demar vekir û mind erman dayê.' Ev zilam çeteyê tiryakê ye."    ‘BERAMBERIYA 25 SALN 9 MEH HEPS'    Karaman, anî ziman ku daxwaza wan a ji bo edaletê pêk nehatiye û got: "Me bang li serokomar kir. Min got, keça min hat kuştin. Di meha Îlonê de 25 jinên din jî hatien kuştin. Çima? Ji ber ku hûn eleqedar nabin. Cezayekî we yê giran tuneye. Ji lewra zilamê ku keça min kuşt beramberî 25 salan tenê 9 mehan di hepsê girtîgehê de ma. Jiyana keça min a 25 salî kuştin. Ezz baş dizanim ev tê parastin. Keça min li mala vî zilamî û bi dermanên wî yên bi çenteyan li mala wî mir. Îjar rewşa baş çi ye. Ma meriv qtlix li xwe bike, rewşa baş e. Kî çi zane bê wê şevê çi hat serê keça min. Tiştên zilam dibêjin giş derew in."    ‘MÊZÊNA EDALETÊ ŞAŞ BÛYE'    Karaman, destnîşan kir ku dadgerê biryar daye hiqûq esas negirtiye û got: "Ez wisa difikirim ku mêzêna edaletê şaş bûye. Ez bang li Serokomar û Wezîrê Dadê dikim. Gava tiştek ji wan re tê gotin hema wan eksan digirin. Lê kujer di cî de tên berdan. Xelat dan wî û gotin 'Here yeke din jî bikuje.' Ev zilam li gor qanûna kê hat berdan."    ‘LI TIRKIYEYÊ EDALET TUNEYE'    Karaman ku got "her cara mirina jinan dibihîzim diçim ser gora keça xwe" û got: "Dibêjim, keça min li Tirkiyeyê jineke din jî hat kuştin. Mixabin li Tirkiyeyê edalet tuneye. Tenê li gor kesan, li gor meqamê, lig or kesên pereyên wan hene heye. Çima xwedî li Kadîr Şeker dernakevin. Ji ber ku jinek parast hat girtin. Xwezî Kadîr Şekerek din jî hebûya û keça min biparasta. Ew zilam niha li nexweşxaneyeke taybet pisporê anesteziyê ye. Bila Wezîrê Tenduristiyê bibihîse. Wê cardin bi çenteyan dermanan bîne û bibe sedema mirina hin kesên din."    Dayik Karaman got, ji bo Tarhan bê cezakirin çi rêyên hiqûqî û darazê hebin wê serî li wan bide.    MA / Zemo Aggoz